Helbet siyaset li her derê reaksiyonekê ne serbixwe ye. Her tim dest û dinamîkên nediyar li ser û di nav siyasetê de xwedî wesayet in. Ev wesayet jî hevkariya berdewamiya dewletê, dahatên bacê, meqam, karîzma û patolojiyên lîderan, îqtîdar û mijûlkirina girseyan pêk tîne. Di nav salan de ev komkarî li gor şert û mercan bên nûjenkirin jî siyaset ji van pêwendiyan azad nameşe.
Piştî Şoreşa endustriyê burjuvaziyê hin qad teslîmî entelektuelan, mafnasan û burokratan kirin û rê da wan ku piştgiriya gihiştinên sosyo-polîtîk bikin. Ji ber vê yekê parlemantarîzm ceribandina herî kêrhatî hat pejirandin û girse jî bi mafên dengdanê û îmtiyazên rêveberiyê bûn şirîk û çavderên derveyî yên sîstemê. Gelek welatên pêşketî û yên ku dikarîbûn pêş bikevin, sîstema komariya modern rûniştand û çendîn tiştên wekî laîqtî, mafên jinan, nasnameyên pêkhateyan, leşkeriya mecbûrî, sendîkalîzm û vekirina dibistanan lê zêde kirin. Ji bo van welatan komarî ne tenê veberhênanên ekonomîk û şexsî bûn, di heman demê de firehkirina demokrasiyê û redkirina otorîteyên jakoben jî bûn. Bi taybetî li Rojavayê Ewropayê jakobenîzm û şagirtên wî yên çep û rast têk çûn, parlemantarîzm wekî pêşengeha lîberalîzmê jî derket pêş. Lê li welatên wekî Tirkiyeyê jakobenîzmê ji xwe re dewletek ava kir û hemû tecrubeyên komargeriyê kirin bin emrê xwe; jiyana siyasî û civaka sivîl jî kirin xulamên otorîteya leşker û kadroyên xwe. Lewma li Tirkiyeyê siyasetmedar tenê navên li ser kaxezan in û wek xizmetkarên dewletê nav digrin.
Car caran hin kes derdikevin pêş lê sîstem wan pûç û perçe dike. Aydın Guven Gurkan, Cem Boyner, M. Alî Bayar û Selahattîn Demîrtaş çend mînakên salên dawî ne. Di nav vê kela şerên cîhanê de siyaseta Tirkan çima mijara me ye? Helbet sedem hêsan e. Hêsan e lewra dewleta Tirk yek ji mêtingerên Kurdistanê ye û li ser siyaseta Kurd jî xwedî hêzeke piralî ye. Mixabin piştî salên 2000î dorpêçkirina siyaseta Kurd her çû zêdetir bû û dewletê nehîşt siyaseta Kurd pêşiya xwe bibîne û hîna jî nahêle. Ya ku îro di mesela pêvajoya lihevhatinê de xitimandin û xemsariyê çêdike ev e.
Ji 2004an vir ve partiyên Kurd bi dayîna tewîzên “hêzên demokrasî”yê xwest van êrişan kêm bikin û qadên legal ji xwe re vekin lê piştî ku Rojava derket pêş, legalbûna Kurdan berê xwe da qada navneteweyî û hewcedariya wê bi “hêzên demokrasî”yê yên Tirkperest û Kemalîst jî nema lê ji wê rojê şûn ve jî dewletê bi tevahî dest da ser siyaseta Kurd û hemû kadro û kesayetiyên ji kevneşopiya neteweyî dîl girtin, hinek sirgûn kirin û kadroyên nêzî xwe ajotin pêşiyê.
Lê li Rojhilata Navîn mirov êvarê bi xewnekê radikeve, sibê bi xeyaleke din re rû bi rû dimîne. Lewma pir caran planên dûdirêj vala derdikevin. Îro bi tevahî siyaseta Kurd xwedî potansiyela îqtidarê ye û hewcedariya wî ajandayeke rasyonel û neteweyî heye.
Bakurê Kurdistanê li ber derî û derfetên siyaseta legal e û dixwaze hin mafên xwe yên mirovî û siyasî bi kar bîne. Lê kesên wekî Perînçek hene ku karê wan tevlîhevî û şikbariya li diji Kurdan e. Bibe nebe mirov dipirse: Perînçek berdevkê kê ye û çima di demên ku siyaseta Kurd dixwaze guhertinan çêbike, derdikeve holê û siyaseta Kurd a li Bakur bi teslîmbûnê tewanbar dike? Ji vê yekê jî ecêbtir, Perînçek bi salan e li dijî siyaseta Kurd tiştan dibêje û belge û dokumentan parve dike, kes jî bersiva wî nade. Siyaseta Kurd li dijî Perînçek ker, kor û lal e. Ew derdorên ku her roj daxuyaniyan belav dikin, biratiya gelan, ol û umetê û rumeta gelên herêmê diparêzin, çima rumeta ked, kar û kesayetiyên Kurdan naparêzin? Mirov mereq dike, ev tirs be tirsa çi ye, xemsarî be ya çi ye?
Helbet Perînçek heta niha bi hevkariya MÎ6ê, CIAyê, KGByê heta MÎTa Tirkan jî tê tewanbarkirin. Ev çi qasî rast in ez nizanim lê endametiya wî ya Ergenekonê sabit e, şênber e. Partiya wî cihê îstihdama leşkerên teqawît û kujerên şerên li Kurdistanê ne û ew jî bi malbat û medyaya xwe li dijî çar aliyên Kurdistanê wekî dijminêkî dixebite.
Perînçek 18ê Tîrmehê di daxuyaniya xwe ya bi Negehan Alçi re dîsa îdia kir ku “aniha di nav siyaseta Kurd de tesfiye heye, alîgirên Ewropa, Îsraîl û Amerîkayê tên tesfiyekirin. Demîrtaş û hin rêveberiyên payebilind mirovên rojavayî bûn.” Helbet ev gotin ne ji rêzê ne. Bi taybetî jî di van rojên ku Kurd dixwazin baweriya xwe bi siyasetê bînin, gotinên Perînçek zêde watedar in. Gelo ew dixwaze peyamê bide kê? Ew dixwaze di nav Kurdan de dubendiyekê çawa çêbike? Di rojên ku listeyên siyasetmedaran tên parvekirin de pêşiya çi bigire û rêya kê paqij bike?
Bi tevahî Perînçek berdevkê kê ye!
Û çima ew qasî bi siyaseta Kurd re eleqedar e!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)


