Ji bo ku jiyan were naskirin, fehmkirin, ferasetkirin, zelalkirin û çareserkirin peyva herî giring azadî ye. Belê, tişt a ku windayî ye qedrê wê zêdetir tê zanîn…
Azadî, di bin zor û zordariyê an jî dijwariyê de nebûne, girêdayî ti şert û mercan nebûne. Bi peyvek din Serbestî ye. Bi viyan û ramanên xwe biryar dayîn e an jî Hûrriyet e. Azadî xwedî wateyên cûr bi cûr e. Wekî azadîya ferdî, civakî an jî gelêrî. Peyva azadî peyvek wisa ye ku kesek, civakek an jî komarek ewî dike armanca xwe a serekîn. Ji bo gelê Kurd sersala ku îro em tê de jiyan dikin ji bilî azadîya ferdî a gelêrî giranbiha û hêja ye. Mînakek zelal li ser azadîyê; gava ava tê firotin û girtîye tenê di hundirê şûşê de ye, ew av girêdayîye û ne azade. Lê belê gava em wê avê birijin nav aveke ku li ser çiya û bilindahîya de dikişe nav deşt û zozanan wê gavê ew ava girtî dê bizanibe qedir û qiymetê azadîyê wekî tişta ku me li jorê qala wê kiribû û windayî bibû. Di destpêka dîrokê heta roja îro li seranserê cihanê de her dem azadî hatîye gotûbêjkirin. Di wan deman de azadîya gelê Kurd sekerîn hatîye qalkirin. Ji bo azadîya gelê Kurd dema herî nêzîk û herî giring ev deme ku îro em dijîn. Gelo em rêzdarin li ber azadîya xwe ya ferdî, azadîya gele xwe û welatê xwe an na? Ger em vê hevokê re bibêjin na, hûn bizanibin ku em azadîya ti kes, civak û gelan jî naxwazin. Lê belê ger em wê hevokê re bejin erê, hûn bawer bikin ku ne hewcîye ku em azadîya xwe û gele xwe ti kes, civak û gelan hêvî bikin. Çimkî gava em xwe û gelê xwe azad bikin wê gavê hûn bawer bikin ku emê wan kes, civak û gelan jî bi xwe re azad bikin.
Em bi hebûna xwe dinya xwe bi sînor dikin û nebûna xwe an jî qedandina xwe re zemînek ava dikin. Ger baş were fikirandin em nevîyê kesên wisa nin ku kevir ji xwe re kirine hesp û mar jî ji xwe re kirine qamçî. Li zarokên di dibistanan de bigirin heya ciwanên zankoyan, li paqişkeran bigirin heya karbendan, li jinan bigirin heya mêran û li malbata bigirin heya eşiran gelo em çima ji azadîya xwe û gelê xwe zêdetir azadîya heval û cîranê xwe dixwazin? Wekî azadîya Kurd û Kurdistanê zedetir ya cîranê Kurd û Kurdistanê çima? Ez bawerim ku ev gotin bi du bersivan tê berfirehkirin; a yekemîn û giringtirîn ewe ku me heta niha jî hebûna xwe ya ferdî û gelêrî neqedandîye. Pêwiste ku em ji bo hebûna xwe wekî karkerên rojane xebat bikin. Mînakek li ser Pîramîda Hewceyîye ya ku Maslow bikardîne. Maslow di wê xebata xwe de zêdetir li ser hewceyîya ferdî disekine, lê bele em dikarin ewî Pîramîda Hewceyîye li ser civak û gelan jî bikarbînin bi taybetî jî li ser gelê Kurd û Kurdistanê.
Bersiva duyemîn û lazime ku li ser wê were fikirandin jî ewe ku em azadîya xwe û gelê xwe dikin qurbanîyê azadîya heval û cîranê xwe. Di vê dema zanistî û teknolojîk de hemû kes û gel dikarin bi hêsayî bi azadîya xwe û gelê xwe re azadîya heval û cîranê xwe jî ava bikin. Bi dîtina min ya rast jî ewe ji bo hemû kesan û hemû gelan.
Rûdawa te bi dîroka te roj dide te ku tu vê sersala pêşîya xwe bikî sersala azadîya xwe, gelê xwe û zimanê xwe. Dîrok jî dibêje ku: wan xwestîye, em dixwazin û gerek hûn jî bixwazin ku em herdem bextîyar û serkeftî bin.
Ez bawerim ku civak û gelên serkeftî li hemberî neyarên azadîyê herdem bi pratîk û giringtir bi praktîseke bi quwwet serkeftine. Bi rastî jî gelê me û civaka me di nav reng û cudahîyan de ye. Ew cudahîyan jî bi xwe re pirsgirekên civakî an jî karên erênî ê civakî derdixin holê. Gava civak bi temamî were hesebandin ji bo gelê Kurd nêrînên cuda hene. Ez xwedî wê nêrînê me ku vekolandin an jî dahûrandina li ser gelê Kurd bi bergeheke diyalektîk bê çareserkirin da ku civakek bingehîn a bi dîroka xwe ve girêdayî û nû were avakirin. Azadî ji bo Kurd, Kurdî û Kurdistan…



