کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Li Enqereyê pêşangeha geştyariyê: Şirketên Kurdan bala geştyaran kişand

Şewket Herkî

Şewket Herkî

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

Şewket Herkî
Şewket Herkî22-11-2026

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

Nûçeyên Têkildar

Şandeya Îmraliyê ber bi giravê ve bi rê ket
TIRKIYE22-11-2026

Şandeya Îmraliyê ber bi giravê ve bi rê ket

Bahçelî: We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin ku hûn Tirkiyeyê parçe bikin
TIRKIYE22-11-2026

Bahçelî: We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin ku hûn Tirkiyeyê parçe bikin

Fetî Yildiz hûrgiliyên Yasaya Çarçoveyê eşkere kirin: Kî nikare sûdê jê wergire?
TIRKIYE22-11-2026

Fetî Yildiz hûrgiliyên Yasaya Çarçoveyê eşkere kirin: Kî nikare sûdê jê wergire?

Enqere (Rûdaw) - Di Pêşangeha 9emîn a Navneteweyî ya Geştyariyê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin de ji bo bipêşketina geştyariya bajarên Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo projeya Trêna Geştyariyê ya Qersê cihekî berfireh hat veqetandin.

Di pêşangehê de şirketên geştyariyê yên Kurdan jî derfet dît ku potansiyela xwe bidin nasandin û bala geştyarên navneteweyî bikişînin ser herêmê.

Parlamenterê berê yê MHPyê û Alîkarê berê yê Serokê MHPyê Şevket Bulent Yahnîcî jî beşdarî pêşangehê bû û li ser trênê û rola wê ya di geştyariya herêmê de ji Rûdawê re axivî.

Şevket Bulent Yahnicî destnîşan kir ku divê ev proje were bipêşxistin û got:

“Pêwîst e ev proje were bipêşxistin. Di geştyariyê de pêwîst e zêdetir sûd ji trênê were wergirtin.

Çawa ku trên di warê veguhastinê de xwedî cihekî girîng e, bi heman awayî pêwîst e di geştyariyê de jî zêdetir rola wê hebe.”

Gavên hikûmetê yên ji bo bipêşxistina geştyariyê bûn sedem ku di 11 mehên sala 2026an de rêjeya geştyariyê li gorî sala 2025an ji sedî 2,4 bi pêş bikeve û hejmara geştyaran jî bigihêje nêzîkî 50 milyon kesî.

“Ev serfiraziya Kurdistanê ye”

Şirketên Kurdan jî di pêşangehê de hewl da ku xwe zêdetir bidin nasandin.

Xwediyê şirketa geştyariyê Tuncay Karaboga li ser pêşangehê got:

“Pêşangeh gelekî baş e, pêşwazîkirina wan jî baş e.

Beşdariya xelkê jî baş e, bila mêvan kerem bikin werin.

Esnafên Kurd jî gelek in. Ev jî serfiraziya Kurdistanê ye.”

Beşdarê Kurd Enes Can Karaboga jî diyar kir ku ew ji bo nasandina bajarê xwe beşdar bûne û anî ziman:

“Em jî wekî Başatderê amade ne. Em ji Bedlîsê ne.

Em dixwazin bajarê xwe zêdetir bidin nasandin.”

Beşdariya zêdetirî 20 welatan

Ji bo Pêşangeha Navneteweyî ya Geştyariyê ya îsal zêdetirî 20 welatan ku piraniya wan ji Asyaya Navîn bûn beşdar bûn.

Di pêşangehê de Rûsya û Îran jî di asta balyozxaneyan de cih girt.

Şêwirmendê Karên Çand û Hunerê yê Balyozxaneya Îranê Seyîd Elî Tûrabî got:

“Em dixwazin di vê pêşangehê de rûyê rastîn ê Îranê nîşan bidin çimkî gelek kes li ser Îranê agahiyên rast nizanin û beriya serdana Îranê li hemberî Îranê xwedî nêrîneke cuda ne.”

Şêwirmendê Karên Çand û Hunerê yê Balyozxaneya Rûsyayê Aleksander Sotnîçenko jî anî zimên:

“Em di warê geştyariyê de bihêz dibin. Îsal rêjeya geştyarên Tirkiyeyê ji sedî 20 zêde bû.

Ji ber ku xelkê Tirkiyeyê nikare bi hêsanî ji bo welatên Ewropayê vîzeyê bistîne lê ji bo Rûsyayê vîzeya elektronîk heye û hêsan e jî, loma ji Enqere û Stenbolê gelek kes serdana welatê me dikin.”

Hikûmeta Tirkiyeyê di budceya sala 2026an de milyarek û 386 milyon dolar ji bo Wezareta Geştyariyê dabîn kiribû ku 184 milyon dolarên wê pişka danasîn û reklamê ye.

Pirsên