Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî rexne li Serokê Giştî yê Partiya NÛ (Yenî Partî) Ozgur Ozel girt û got:
“We CHPya 103 salî parçe kir lê em nahêlin hûn Tirkiyeyê parçe bikin.”
Nerazîbûna li ser Komîsyona Çavdêriyê
Rojnameger Sînan Burhan li ser kanala TV100ê nirxandinên Devlet Bahçelî veguhestin.
Li gorî gotina Burhan, Bahçelî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Ozgur Ozel daye ku tê de ragihandibû ew endaman nadin Komîsyona Çavdêriyê.
Biryar e ew komîsyon di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin.
“CHP parçe bûye”
Bahçelî diyar kir ku CHP parçe bûye û di berdewamiya nirxandina xwe de got:
“Ev ‘şoreşgeriya nûciwaniyê’ ya ku dûrî pîvanên dewletdariyê û rastiyên civak û siyasetê tevdigere û bi tiştên ku di guhê wî de tên gotin li gorî rojeva xwe ya siyasî gelê Tirk provoke dike, ji bo Tirkiyeyê ne têgihîştineke siyasî ya berpirsyar e.”



