Hewlêr (Rûdaw) - Fetî Yildiz ragihand ku di çarçoveya Yasaya Çarçoveyê de ji 4 hezar û 897 mehkûm û girtiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) yên li girtîgehan, 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê sererastkirinê sûdê wergirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz li Navenda Çand û Hunerê ya Baglarbaşiyê ya li Uskudara Stenbolê di bernameya bi navê “Li Ser Rêya Hizûr, Aramî û Bipêşketinê Tirkiyeya Bêteror, Herêma Bêteror” de axivî ku ji aliyê Serokatiya Bajêr a MHPyê ya Stenbolê ve hatibû lidarxistin.
Yildiz di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê jî û bi bîr xist ku di çarçoveya Yasaya Çarçoveyê de komîsyonek hatiye avakirin.
Yildiz wiha got:
“Baş e di vê yasaya çarçoveyê de çi dibêje? Rêxistin hat fesixkirin, çek dê bên danîn, şikeft dê bên valakirin.
Baş e kî dê sûdê jê wergirin? Li girtîgehên Komara Tirkiyeyê 4 hezar û 897 mehkûm û girtiyên PKK û KCKyê hene.
Ji van 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê yasayê sûdê wergirin.”
Kî nikarin ji yasayê sûdê wergirin?
Yildiz li ser kesên ku nikarin sûdê ji yasayê wergirin jî axivî û got:
“Baş e kî nikarin ji vê yasayê sûdê wergirin? Kesên ku sûcê kuştina mirovan kirine, kesên ku 1ê Hezîrana 2005an jî tê de bi cezayê girtîgehê yê hetahetayî yan jî cezayê girtîgehê yê hetahetayî yê girankirî tên darizandin, kesên ku li ser wan lêpirsîn heye û kesên ku doza wan veguheriye darizandinê, nikarin ji vê yasayê sûdê wergirin, ev zelal e.”
Paşxistina 5 salan û 10 salan
Yildiz behsa wê yekê kir bê yên mayî dê ji çi sûdê wergirin û wiha pê de çû:
“Kesên ku li ser wan lêpirsîn, darizandin yan jî mehkûmiyeta wan a ji bo sûcên ku sînorê wan ê jor heta 15 salan e hebe, ceza, lêpirsîn an jî darizandina wan dê 5 salan bê paşxistin.
Eger di nava van 5 salan de dîsa vegere ser sûc, înfaza wî dê li cihê ku lê mabû berdewam bike û lêpirsîn û darizandina wî jî dê li cihê ku lê mabû berdewam bike.
Baş e kesên ku sînorê jor ê cezayê wan ê girtîgehê yê ji bo sûcekî ji 15 salan zêdetir e dê çi bikin?
Ji bo van jî di yasayê de dema paşxistinê ya 10 salan hatiye danîn.
Eger di nava van 10 salan de dîsa vegerin ser sûc, ji bo van jî wekî ya 15 salan lêpirsîn û darizandin dê li cihê ku lê mabû berdewam bike.
Eger mehkûm be, dê ji bo înfazkirinê bibin girtîgehê. Di vê navberê de demborî derbas nabe.”



