کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Mela Mistefa Barzanî çawa bû mêvanê Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê?

Kamîz Şeddadî

Kamîz Şeddadî

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî21-11-2026
Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rûsyayê

Nûçeyên Têkildar

Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin
Cîhan21-11-2026

Refîq Yeqûb Mîrzoyêv: Di pasaportên me de neteweya me wekî Kurd hatiye nivîsandin

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve
Cîhan21-11-2026

BERLÎN - Çîroka serkeftina malbateke Kurd: Ji bêbazariyê ber bi diyardeyeke torên civakî ve

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû
Cîhan21-11-2026

Li Peruyê bi hêza 6,7 pileyan erdhejek çêbû

Rewan (Rûdaw) - Gundê Hekoyê 60 kîlometreyan ji Rewana paytexta Ermenistanê dûr e û li quntara Çiyayê Elegezê ye.

Dûriya di navbera vî gundî û gundên Îdirê yên Bakurê Kurdistanê de tenê çend kîlometre ne.

Heko di serdema xwe de gundekî avadan ê Kurdên Êzidî bû.

Her çi qasî niha piraniya xaniyên wî vala bûne û hilweşiyane jî bîranîneke dîrokî ya mezin dihewîne ku ew jî serdana Mela Mistefa Barzanî ya sala 1958an e.

Beriya ku Barzanî piştî mayîna 12 salan a li Yekîtiya Sovyetê bi 450 Pêşmergeyan re vegere Kurdistanê, rêberên Partiya Komunîst a Sovyetê biryar da ku wî bibin Ermenistanê da ku bipêşketina jiyana Kurdên Êzidî nîşanî wî bidin.

“Em heta niha jî jê re dibêjin Rêya Barzanî”

Rojnameger Tîtalê Kerem li ser pêwendiya xelkê gund a bi niştimanê re û serdana Barzanî got:

“Dema bav û kalên me ji wê derê hatin, bi hêvî bûn ku şer bi dawî bibe û careke din vegerin gundên xwe.

Gundên wan ji vê derê gelekî nêzîk in.

Mela Mistefa Barzanî sala 1958an hat vî gundî, li nav milet geriya û dît ku xelk çawa dijî.

Wê rêya ku Barzanî pê re hat, em heta niha jî jê re dibêjin ‘Rêya Barzanî’.”

Rêyeke nû di nava rojekê de hat vekirin

Çîroka vekirina vê rêyê jî bûye parçeyek ji bîranîna herêmê.

Muxtarê berê yê gundê Hekoyê Serojê Miraz li ser sedema çêkirina rê anî ziman:

“Wê demê rewşa piraniya gundên Kurdan gelekî xirab bû, tenê gundê Hekoyê hinekî baştir bû.

Ji ber vê jî biryar hat dayîn ku Mela Mistefa Barzanî bînin vê derê lê rêya sereke di nav gundê Giltovê re derbas dibû ku rewşa wî gelekî nebaş bû.

Dewletê nedixwest Barzanî wî gundî bibîne, loma di nava rojekê de li pişta gundê Giltovê rêyeke nû vekir.

Ji wê rojê ve heta niha ew rê wekî ‘Rêya Barzanî’ tê naskirin.”

Şêniyên gundê Hekoyê bi stran û govendê pêşwaziyeke germ li Barzanî kir.

Barzanî li mala Koto ku wê demê karsaz û muxtarê gund bû, çend demjimêran bêhna xwe veda û pişt re vegeriya Rewan û Moskowê û paşê jî Kurdistanê.

Piştî vegera wî jî li Ermenistan û Azerbeycanê navê Barzanî li bi dehan zarokên Kurd hat danîn.

Îro jî her çi qasî di wî gundî de kesek li jiyanê nemabe ku bi çavên xwe Barzanî dîtibe jî rêya wî wekî sembolekê di bîra Kurdên Êzidî de bi zindî maye.

Pirsên