Duhok (Rûdaw) - Îro 6emîn Festîvala Navdewletiya Filman a Duhokê bi dawî dibe û xelat bi ser serkevtiyên wê festîvalê de tên parvekirin. Îsal 11 filmên welatê Ermeniyan jî di festîvalê de hatin nîşandan û herwiha bilî welatê Ermeniyan zêdetirî 50 welatên din beşdarbûn.
Nazenî nûnenera welatê Ermeniyan e, ku beşdarî festîvala Duhokê ya navdewletiya fîlman bûye, ji ber ku sînemaya welatê Ermeniyan mêvana festîvalê ye û 11 fîlmên Ermenî ji yên kurt, drêj û dokumenterî hatine nîşandan .
Ew nûnera welatê Ermeniyan Nazenî Xerîbiyan ji Rûdawê re ragihand, ku divê Ermenî li vir bi serbixwe fêrî zimanê xwe bibin û diyar kir, ku beriya niha nikarîbû fêrî zimanê xwe bibin lê niha bi awayekî serbestî dikarin fêr bibin, mafên hemû Ermeniyan li vir parastî ne, wek li hikûmet û bajêr.
Bînerên fîlman beşdariya welatên biyanî bi pêngaveka baş li qelem didin. Ji ber ku ji bilî wergirtina sûdê ji hevdu asta peywendiyan bihêz dibe û hinek caran huner dibe eger ku peywendiyên dîplomasiyê dirust bibin.
Bînerê bi navê Zinar Tovî ragihand, ku festîval dibe eger ku em çanda wan binasin û dibe hebûna peywendiyeke bihêz li ser asta hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel welatê Ermeniyan.
Yek wan bîneran Mêvan Berarî destnîşan kir, ku ji gelek welat beşdariya vê festîvalê bûne, ku ev cihê kêfxweşiyê ye û got, me çanda wan nas kir, gelek ji wan sînemakar û aktoran jî hatine vir, wan jî çanda me dît û ev gelek girîng e.
Bînerê festîvalê Beyar Ehmed jî dide zanîn, ku îro jî panelek hat kirin, berdevka wezîra ermeniyan amade bû, gihîştin li ser gelek halan ku Kurd û Ermenî li gel hevdu kar bikin, ku ev festîvala jî vê yekê dike û ev pêngaveke gelek baş e.
Di festîvala Duhokê de ji bilî welatê Eremeniyan mêvan ji nêzikî 50 welatan hatibûne daxwazkirin, ku zêdetirî 100 kesên ji wan yên şareza bûn di warê sînemayê da û ev yek jî festîvalê bihêz dike.



