Duhok (Rûdaw) - Li Duhokê pêşangeha kelûpelên Misrî hate vekirin, bazirganên Misrê yên beşdar di wê pêşangehê de dibêjin, ku bazara kelûpelên wan li Başûrê Kurdistanê baş e û ji ber wê yekê, ew dixwazin dîsan beşdariyê di wê pêşangehê de bikin.
Zêdetirî çil kompaniyên Misrî li Duhokê ne ji bo danûstandinên bazirganî. Emar Ebû Xemîs ku kompaniyeke wî ya berhemên karên destan heye, dixwaze kelûpelên xwe bixe bazara Başûrê Kurdistanê.
Emar Ebû Xemîs ji Rûdawê re diyar kir: “Ez hatime ji bo bazirganiyê û kelûpelên xwe bifiroşim, ew jî mafûrên destan in, li vir bazar baş e.”
Pêşangeha li Duhokê dê heta 10 rojan berdewam be. Jûra Bazirganiyê jî vê pêşangehê weke pêngaveke baş bi nav dike û dibêje ku Misr yek ji welatên navdar e di warê pîşesaziyê de.
Serokê Jûra Bazirganiyê Eyad Hesen diyar kir, ku bazirganên Kurdistanê bi rêya vê pêşangehê dikarin bizanin kelûpelên Misrî, pîşesazî û kalîteya wan çawa ye û bînin bazarên Herêma Kurdistanê.
Piraniya kelûpelên di nav bazarên Başûrê Kurdistanê de berhemên welatên Tirkiye û Îranê ne. Misr jî jib o firotina kelûpelên xwe, cihê xwe li bazarên Kurdistanê digere.



