Herçend rojên derbasbûyî Barzanî tekez kir, ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê roja 30ê Îlonê were kirin û PDKê bi vî awayî deriyê hikûmeta û parlamentoyê ji li ser dosyeya paşxistina hilbijartinan girt lê hê jî vir de û wê de partiyên din, li ser hemûyan jî YNK, li ber guhê hev pistepista paşxistina hilbijartinan dikin.
Par dema hilbijartin hatine paşxistin, Kurdistan di nav rewşeke nebaş de bû û mecal hebû ku hilbijartin werin paşxistin. Lê helwest û pêngavên piştî hingî û bangawaziyên ji bo avakirina hikûmeteke rizgariya nîştîmanî û hilweşandina hikûmetê, herwiha xirtûfirta partiyan ku hewara xwe birine Bexdayê, yek bi yek xwevekişandina partiyan ji hikûmetê, tev de beşeke ji wê plana herêmî bû ku li ser bingeha nehiştina statûya Herêma Kurdistanê hatibû dariştin. (Ji bilî YNKê, ku ew jî eger sozên 16ê Cotmehê ji bo wan bihatana cîbicîkirin, herêma Kerkûk-Silêmaniyê ragihandibana, tenê xulekekî jî di nav parlamentoyê de nediman.)
Hêcetên ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nemantiqî ne û bêhna tiştekî din jê tê. Bi tomara dengên berê hilbijartinên 12ê Gulanê hatine kirin û sextekarî nehate bîra ti kesî, berovajî dotin, “dê bibe hilbijartina herî bêsextekarî.” Lê niha komîsyonê bi deh hezaran navên dubare û mirî ji tomarên dengan derxistiye, dibêjin tomara dengan ne paqij e û ji bow ê yekê ye, ku PDK û YNK li ser desthilatê bimînin. Ev jî di demekê de ye, ku eger hilbijartin neyên kirin ew bi xwe dê temenê hikûmet û kabîneyê dirêj bikin ku li cem wan ev hikûmet gendel e û pêwîste were guhertin!
Li cem wan nediyar e ka piştî du sal din dê bi kîjan rûyê daxwaza dengan ji dengderên xwe bidin. Êdî îro roja wê nîne ku ew tolê ji wê PDK û YNKê vekirin, ku referandûm pêkanîn. Yan jî tolê ji wan kesan bistînin ku îxaneta 16ê Cotmehê kirin û Kerkûk firotine çend bermîlên petrolê.
Qebare û hejmara kursiyên desthilatê û bi taybetî jî yên PDKê diyar in. Dibe di van hilbijartinan de kursiyek û du kursiyan jî zêde bike. Armanca sereke ya PDKê ne zêdekirina kursiyan e lê belê dixwaze ezmûna hikûmraniya Kurdî li ber pêyan neçe. Ezmûneke tehl a PDKê li gel dirêjkirinan de heye. Çawa ku Serok Barzanî razî nebû dema serokatiya wî were dirêjkirin, herwiha pêwîstiya serokwerîz jî nîne daxwaza dirêjkirina hefteyekê temenê hikûmetê bike, ku medya û hizbên Silêmaniyê jî bi çep û rast lê bidin û wek “hikûmeta dem biser ve çûyî” binav bikin.
Şefa'etek bo serbilindî!
Pozberî û milmilaneyên di nav mala Talebanî de her diçe kûrtir dibin, bi taybetî jî ku Hêro Îbrahîm Ehmed êdî hêdî hêdî pêyê xwe davêje nav qonaxên dawîn ên salên Talebanî û xatir dixwaze. Lewma piştî îxaneta 16ê Cotmehê, ku kurê mezin ê Talebanî, wate Pavil û zirpismamên wî Lahûr û Aras berpirsê wê karesatê bûn, li cem PDKê kesên nayên xwestin in lê wefadariya malbata Barzanî ya ji bo Talebanî û mîratgirên wî (du kur û malbata wî) hê jî bi çavê rêzgirtin lê dinerin û pişta xwe nedanê. Herçend Qubad Talebanî bêparbûn û bêhaybûna xwe ji bûyera 16ê Cotmehê û encamên wê ranegihandibe jî (wek Kosret Resûl û yên din), dîsa li herêma desthilatê de ma û lingekî Pavil jî her li Hewlêrê bû!
Niha ji bo PDKê nexem w, ku ew mîratgirê Talebanî bin (herdu kur û dayika wan), çawa ku li zarokên Newşîrwan Mistefa dinere, lê ji bo PDKê giring e ku bizanin ka dê kî bibe serpereştê wê malbatê.
Kurên Talebanî hew maye bi hêdîka dest bi ser hev de bigrin. Qubad Talebanî wek serokê lîsteya YNKê dê di hilbijartinan de dengê herî zêde bîne û bi vî awayî dê bi tîrekî li çend nîşanan bide. Siberoja xwe di nav hikûmet û partiya xwe de misoger dike û rola siyasî ya Lahûr û zirpismaman bidawî dike û wek nêçîrekî pirt û belav dixe ber devê Pavilê birayê xwe daku ew jî wê hêz û pereyê ji Lahûr werbigre ku di dewsa Pavil de wek serokê dezgeha ewlekariyê pêşkeşî wî kiribûn.
Ev herdu bira niha dixwazin bi zîrekî ji aliyê siyasî û leşkerî ve kontrola Silêmaniyê bigrin destê xwe û bibin rûyê hikûmraniya wê derê. Lewma ji vir şûn de, zêdetirî wê yekê ku mala Talebanî û Îbrahîm Ehmed wek blokekî yekgirtî li hember Kosret Resûl rawestin dê rûyê êrîş û jinavbirinê bidin hev û di nava xwe de li hev bikevin, nayê pêşbînîkirin ku ev yek jî pir bi aştiyane û dûrê tundûtîjiyê be.
Hevdîtina vê dawiyê ya dayik û herdu kurên wî yên li gel Barzanî, him şefa'etêk bû ji bo serbilindiya Îbrahîm Ehmed (ku niha 180 pile gutarên xwe guhertiye) ku bibe cîgirê dayika xwe û him jî saxlemkirina pêgeha herdu kurên xwe bo ji bo paşerojê.
Lêborîn an gerdena xwe xilaskirin?
Eger direng jî be YNKê karek baş kir, ku daxwaza lêborîn û garden azayî ji Goran kir. Ji ber bûyerên êvara 12ê Gulanê, ew daxwaza lêborînê titekî neçarî bû. Ji ber ku nêzîkî 35 endamên encûmena serkirdetiya YNKê bi niyet bûn roja cejnê herin ser gora Newşîrwan Mistefa û heman daxwazê jê bikin. YNK li dijî vê yekê bû lê nedikarî pêşiya wan jî bigre. Lewma bi lezgînî ev peyam belav kirin.
Lê di rastiyê de ev daxwaza lêbûrînê ya YNKê dibe du tişt; ya yekemîn ew fitneya ku xistina navbera PDK û Tevgera Goran û ev rewş afirandin, paşî ew hemû soz û peyamên ku dabûne Goran û paşî çûn li gel PDKê rêkeftin kirin.



