Duhok (Rûdaw) – Li Kampa Domîz a li parêzgeha Duhokê, Rêxistina Alîkariya Kurdî-Amerîkî projeyekê ji bo zarokên penaber saz dike. Di çarçoveya vê projeyê de dê zarok di dirêjahiya 2 mehan de 50 fîlimên sînemayê seyr bikin.
Rêxistina Alîkariya Kurdî-Amerîkî bi hevkariya Zankoya Amerîkî li Duhokê ji bo zarokên koçber û penaber ên li vî parêzgehî çalakiyeke cuda amade dike.
Zarokên li kampan dijîn dê dirêjahiya 2 mehan herin hola sînemayê û 50 fîlman temaşe bikin. Vê biryarê zarokên koçber û penaber dilxweş kiriye.
Koçber Bêzar Nizar dibêje: “Em hatine temaşeyê sînemayê bikin. Em zarok tev de gihiştine hev û dixwazin ev çalakî berdewam bin.”
Filmên tên nîşandan hemû yên nû ne û ji berhemên nû yên sînemaya Amerîkayê ne. Di nimayîşa yekemîn de 400 zarok amade bûn.
Serokê Rêxistina Alîkariya Kurdî-Amerîkî Bilind Memun jî got: “Armanca me bi tenê ew e ku di 2 mehên bêhnvedanê de vê çalakiyê saz bikin. Ji ber ku piştî 2 mehan dibistan dest pê dikin. Me li vê kampê bi Erebî fîlm nîşandan lê di kampên din de dê bi Kurdî û Îngîlîzî bin.”
Berê xudana filmî ne bitnê zaruk keyf xuş krin belku semyanên wanjî bi pêngaveka baş û ji hejî li qelem den .
Li 18 kampên sînorê Duhokê nêzîkî 620 hezar koçber û penaber hene ku %45ê wan zarok in.



