Ew serkeftina niha ya YNKê û bi taybetî jî serkeftina baskê malbatê ya bi ser Kosret Resûl, Tevgera Goran û Dr. Berhem de ji bilî bengî û sevdaya “xak li hember hack” tişteke din nîne. Ev serkeftin tenê li ser kaxazan dimîne û ti hevsengiyeke siyasî jî naguhere.
Çimku bi vê “sextekariyê” paşeroja YNKê hineke din jî tarî û şilûtir bû. Ne tenê xelkê Kurdistanê, endamên polîtbûroya YNKê bixwe jî bawer nakin ka ew encamên hilbijartinan çawa hatine diyarkirin. Ji ber ku sextekarî beriya çend rojan hatibûne kirin û encam jî berî de diyar bûn.
PDK piştrast e, ku ev ne hecma rast a YNKê ye û ne jî ya partiyên nerazî. Lewma pir zehmet e ku weke berê derfeta peydakirina pile û postan ji bo YNKê xweş bike. Berovajî hêviyeke mezin heye ku bi danûstandineke rast nêzîkî çar partiyan (Tevbgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtû û Komela Îslamî) bibe.
Her çend îro hejmara kursiyên wan ji yên YNKê kêmtir in lê hecim û qebareya rast a van partiyan dê di hilbijartinên Kurdistanê de diyar bibe. Dibe vê carê êdî kes nekare bigihe hewara malbata Talebanî. Ew partî dikarin di çarçoveya rêkeftinekê de ji bo siberoja Kurdistanê bi hevkariya PDKê malbata Talebanî û sedêgavên wan bixin nava qalibekê. Ev yek jî di demekê de ye, ku ne dûr e ji ber pozberiya bidestxistina serweriya nav YNKê ya binemala Talebanî û Îbrahîm Ehmed, beşekî din ê bi bandor jî ji YNKê cihê bibin û herin nav bereya nû, ku vê carê PDK dibe hêvinê wê û nexşeya hikûmraniya Kurdistanê dadirêje. Di rewşeke wiha de tenê ew navçeya ku lê serweriyê dide ji bo malbata Talebamî dimîne, ku ji salên 1960î ve tenê li ser wê hizran dike!
Ji bo van pêngavan hemûn jî pêwîst e ev çar partî û herwiha beşa bi bandor a ji nav YNKê hatine derve, destpêkê di nava xwe de li ser hinek bingehan li hev bikin û paşî li gel PDKê rêbikevin. Herwiha divê piştrast bin ku PDK li gorî van encamên niha danûstandinê li gel YNKê nake, hemû pêngavên xwe ji bo siberoja Kurdistanê diavêje. Ew partî dikarin bibin astenga herî mezin li pêşiya du îdarebûnê û berzeftkirina malbata Talebanî.
Kak Kosret jî xelitandin
Bêguman di dema ragihandina peyama serkeftina hilbijartinan de hemû alî li hêviyê bû Kosret Resûl amajeyeke cidî ji bo revandina guman û nerazîbûna çar partiyan bike. Lê dibe ji ber gumanên xwe ku jêre nebêjin xwe nêzîkî PDK û Berhem Salih dike, wiha neaxivîbe. Çimku beriya hilbijartinan Kosret Resûl bi wê yekê dihate tometbarkirin, ku ji bo serxistina lîsteyekî din kar dike, li hember PDK û Berhem Salih nerm e.
Plana Kosret Resûl ji bo paşeroja YNKê ew bû, ku pevpeymaniya Dr. Berhem Salih biceribîne û paşî di kongreya YNKê de xwe wek rêberê rohanî vekişe û Berhem Salih jî bibe sekreterê giştî.
Lê baskê malbata Talebanî ji bo ev plan sernegre li nêzîkî Kosret Resûl û Berhem Salih xwe zirr kiribûn. Destpêkê ve hewl dan Kosret Resûl wek xwedanê YNKê û biryardestê dawîn nîşan bidin, li hember desthilata wî ti nerazîbûnekî dernexin. Lê di rastiyê de tenê namzedekî Kosret Resûl jî li Hewlêrê nehate hilbijartin. Ev jî tê wê wateyê ku eger kongre were lidarxistin pir bi hêsanî bikarin piraniya endamên kongreyê ji bo xwe bibin.
Malbata Talebanî iraqî jî wesa têgihandibûn, ku qaşo Kosret Resûl dixwaze paşeroja herêmê bide destê Dr. Berhem Salih û ew jî ji aliyê amerîkiyan vet ê arastekirin, divê pêşiya vê yekê were girtin.
Îraniyan jî rola Kosret Resûl a di serxistina referandûmê de dîtin û lewma wan jî destkariya vê yekê kir û bûn sedema tiştên îro biqewimîne. Wan baş dizanîn ku him Barzanî û him jî Kosret Resûl qey dest ji hizra girtina Kerkûkê bi hêza leşkerî naberdin. Lewma 6 kursî ji bo YNKê li Kerkûkê danîn da ku ti kes nebêje “Kerkûk tê bi Erebkirin, Kurd têde nemane!”
Bu qudreta qadir hemû Erebên Hewîceyê jî bûne dengderê YNKê. Lewma ne dûr e ku vê carê Kosret Resûl şerî bibe nav malbata Talebanî û hinek ji dûr ve temaşeyê wan bike.
Çêlek mir û dew çû
Perpitîna sebiyokên Talebanî û Îbrahîm Ehmed a ji bo wergirtina posta serokomariya Iraqê, ku ev 12 sal in jê dixwin, qet bi mafên Kurdan re ne peywendîdar e. Budceya saziya Serokomariya Iraqê mehane nêzîkî 43 milyon dolar e, ku beşeke vê budceyê ji xelkê Kurdistanê tê birîn. Ji vê pereyî her meh wekîlê malbata Talebanî 50 hezar dolaran werdigre û yê din jî diçe bêrîka malbata Talebanî. Diyare wan jî bi hezaran nobedar û pasewanên taybet erkdar kirine û li Silêmaniyê wê mesrefê ji wan re dikin.
Eger em bi lez û bez berawirdekî bikin, em ê bibînin ku tenê van rojan de ku serkirdetiya YNKê û hinek nazperwerdekarên malbatê qaşo şîna meaşên fermanberan digirin, di 4 salên derbasbûyî de, tenê ji wê saziyê 2 milyar dolar bidest xistine. Vêcar dahata navxwe, dahata petrola ku bi tankeran dibin jî ne li ser vê ye. Lewma belê dewa dadê dirjiya lê vê carê jî dibin!



