Hewlêr (Rûdaw) – Beriya destpêkirina propagandaya hilbijartinên Iraqê, li Silêmaniyê di navbera partiyên Kurdî de gengeşeyeke mezin dest pê kiriye.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, ku propagandaya hilbijartinan dê di 14ê Nîsanê de dest pê bike. Lê weke ku partî bi xwe jî mikûr tên, ji niha ve pêvajoya propagandayê li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li Silêmaniyê bi germî dest pê kiriye.
Li gorî zanyariyan Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) dixwaze Berhem Salih agahdar bike, ku di dema propagandayan de êrîşî YNKê neke. Herwiha Tevgera Goran jî Tevgera Nifşên Nû bi wê yekê tometbar dike, ku bi destê hindek aliyan li dijî wan hatiye damezrandin.
Gotinên Salih YNK ture kiriye
Serokê tevgera Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih, ku heta beriya çend mehan jî Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê bû, bi navê nasandina tevgera xwe serdana çend bajar û navçeyên Kurdistanê kir û axivî. Lê gotinên Berhem Salih bû sedema nerazîbûna berpirsên YNKê û Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar ev acizî gihande Berhem Salih.
Berpirsekî YNKê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn, ku di civîna dawî ya politbûroya partiya wan de behsa gotinên Berhem Salih hatiye kirin.
Wî berpirsî got: “Berhem Salih xirab dest pê kir. Divê bizane, ku giraniya wî ne mîna yê Newşîrvan Mistefa ye. Eger wiha êrîş bike û demarê YNKê bigre dê YNKê li hember wî çavên xwe negre.”
Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre ragihandibû, ku di dema propagandaya hilbijartinan de ew dê xwe ji şerê gotinan û zimanê tund dûr bigrin.
Lê ew berpirsê YNKê eşkere dike, ku eger Berhem Salih an jî aliyeke din bi tundî êrîş bikin ser partiya wan ew dê bê deng nemînin.
Herwiha got: “Ya baş ew e ku Berhem Salih heman lîstoka Newşîrwan Mistefa dubare neke. Nabe li Helebceyê behsa 1964an kiriye.”
Hilbijartinên vê carê tundtir in
Ji ber lîste, qebare û hevpeymaniyên nû, pêşbirk û pozberiya hilbijartinên vê carê yên Iraq û Kurdistanê dê tundtir be. Bi gotineke din, rikber ji bo bidestxistina dengên zêde “dê hestiyên hev bişkînin” û rûpelên taybetî yên dîroka hev jî vekin.
Cudabûna Berhem Salih ji YNKê, şerê Tevgera Goran ya ji bo bikare hebûna xwe ya niha biparêze û herwiha derketina Nifşê Nû, pêvajoya propagandaya hilbijartinên sala 2009ê tîne bîra me. Wê demê bajarê Silêmaniyê heta mehekê ne aram û şepirze bibû.
Berdevkê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Rêbwar Kerîm derbarê gotinên Berhem Salih de diyar kir: “Bê guman em desthilata li Herêma Kurdistanê rexne dikin û YNK jî beşek ji desthilatê ye. Ji ber vê divê rexneyan qebûl bike. Rexne ne ji bo kesayetên navYNKê ye lê ji bo şêweyê desthladariya wan e.”
Pozberiya Goran û Nifşên Nû
Di hilbijartinên berê de medyaya Tevgera Goran bi germî sîstema desthilatê ya Kurdistanê rexne dikir û YNK û PDK jî weke sedema vê yekê binav dikir.
Lê niha medyaya Tevgera Nifşên Nû ji wan hişktir li hember Goran sekiniye û ev çend roj in bi tundî rexneyan dike.
Endamekî Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran jî pêşbînî dike, ku ev pêvajoya propagandayan dê gelek tûjtir derbas bibe û gelek binpêkirin jî werin kirin.
Wî berpirsî got: “Niha Şasiwar Ebdulwehîd gelek li dijî me diaxive. Em wisa fam dikin, ku hinek alî wî handidin da ku li dijî me biaxive û êrîşê me bike. Gumana me li ser aliyekê nav desthilatê ye û dibe welatekî derve jî li pişt wan be.”
Niha li Silêmaniyê nerazîbûn û çalakiyên mamoste û karmendan berdewam e. Vê yekê jî tirs xistiye ser propagandaya hilbijartinan. Ji ber ku ev nêveng bûye derfetek ji bo wan namzetan, ku dixwazin bi bandor herin pêşberî dengderan.
Ji ber vê yekê Parêzgarê Silêmaniyê ji partiyên siyasî xwest ku xwe nexin nav xwepêşanderan. Herwiha partî hatine agahdarkirin da ku pêvajoya hilbijartinan ji bo têkbirina hewa û atmostefa Silêmaniyê neytê bikaranîn.
Biryare roja 13ê Gulanê hilbijartinên parlamentoya Iraqê werin kirin. Li Bexdayê ji ber tirsa aloziyên di dema propagandayê de, bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî “peymanameya şeref” hatiye amadekirin da ku ti hêz û azliyek êrîşê aliyeke din neke.
Berpirsê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Misfeta Ebdullah di wê baweriyê de ye, ku pêwîste heman peymaname ji bo Kurdistanê jî were amadekirin.
Ebdullah got: “Divê rêkeftinek were kirin û xetên sor werin diyarkirin. Lê tişt wisa hatine berovajîkirin, ku di navbera partiyan, hikûmet û xelkê de bawerî nemaye, ku ev yek neyê kirin.”
Serokê Encûmena Parêzgehe Silêmaniyê Azad Heme Emîn jî diyar kir: “Eger di dema propagandayê de em hest bi metirsiyê bikin, ji bo cezakirina aliyên berpirs, li gorî yasayan emê hemû desthilata xwe bikar bînin.”
Herçend Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan yasa û rêzikên pêvajoya propagandayê diyar kiribe jî Endamê Civata Nîştîmanî ya Goran Nizar Mehmûd dibêje, “Ev ceza tenê pare ye û partî dikarin wan yasa û rêzikan binpê bikin. Lewma divê di navbera aliyan de rêkeftinek hebe.”



.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)