Eger hûn serdana Bexdayê bikin, çend roj ji bo we bes in ku hûn dê bibînin Ebadî wêneyê şaş ê Bexdayê nîşanî me dide. Herwiha hûn dê bibînin ew wêneyên Bexdayê yên ku Hewlêr jî bi mebesta rewşa siyasî nîşanî me dide, hatiye guhertin. Tenê çend roj mana we li Bexdayê ji bo dîtina rewşa rastî bes in.
Me weke tîma Rûdawê ji bo çend rojan serdana Bexdayê kir û çend xebatên girîng ên medyayî pêk anîn.
Ew wêneyê Bexdayê ku Heyder Eabdî bi rêya gotar, peyam û civînên rojnamevanî yên heftane nîşanî me dide yekser şaş in.
Bexda ne ew bajar e ku xelk têde bi keyfxweşî dijîn û mezintirîn pirsgirêka wan tenê gendelî ye û xelkê wê çaverê ye Ebadî wan ceza bike.

Em li gel ajokarê xwe yê ji xelkê Bexdayê Ehmed çûn Wezareta Tenduristî ya Iraqê ku li derveyî Herêma Kesk e. Em heta çûn Wezareta Tenduristî û hatin nêzîkî 5 saetan di hundirê otomobîlê de man. Qelebalixiyeke zêde heye, her kes li gorî serê xwe tevdigere û yasayên trafîkê nîne û tenê car caran polîsên trafîkê têne dîtin, ew jî gelek kêm.
Bi cama otomobîlê re me li ser cadeyên Bexdayê temaşayî kolanê, avahî û rûyên xelkê kir. Weke Ehmed behs kirî cihên ku herî luks ên Bexdayê niha hemû wêran bûne.

Ti cihek an jî avahiyeke balkêş têde nîne. Heta ku ti bînayên çend qatî yên nû nîne ji bilî yên ku ji serdema Sedam Hisên mane. Dema mirov li xelk, bîna, sûk û kolaneyên Bexdayê dinêre kes bawer nake ku ji sala 2003yê ve ji bo vî bajarî 800 milyar dolar hatiye xerckirin. Hemû pere heder bûye. Nayê fêmkirin ku çawa dibe hikûmetên ji sala 2003yê heta niha bi vê bûdçeyê pirek, cadeyek an jî avahiyek ji dezgehên hikûmetê re çênekirine.
.jpg)
Mirov qet nikare Hewlêr û Bexdayê an jî Silêmanî û Bexdayê ji aliyê avadanê ve bide ber hev. Li Kurdistanê tevî gendelî û rêveberiya xirab bi sedan avahiyên ciwan û balkêş hatine avakirin û bi sedan cihên xweş jî hene.
Ajokarê me Ehmed di rê de car caran behsa metirsiyên li ser rêyan dike û dibêje gelek caran mirov têne kuştin û revandin. Bi gotina xelkê bajêr, her çiqas hinek rewşa ewlehiyê baştir bibe jî lê hêj bi temamî li bajêr ewlehî nîne.

Dema em ber bi wezareta tenduristiyê ve diçûn li ser rê telefonek hat ji bo Ehmed û hêstir ji çavên wî barî.
Me piştre zanî ku kurê xalê wî yê li parzûngeha Bêciyê dixebitê kuştî hatiye dîtin. Kurxalê wî yê endazyar çend rojan berî hetibû revandin. Pereyeke zêde dabûn wan kesên ku kurxalê Ehmed revandine, lê dîsa jî ew hatibû kuştin.
Ehmed ji bo ku li ser rê here li mizgeftê termê kurxalê xwe bibîne, 5 xulek mohlet ji me xwest. Piştî heyameke kurt dîsa bi girî vegeriya lê belê xemgîniya li ser rûyê wî gelek nema. Me fêm kir ku li Bexdayê mirin û kuştin bûye bûyerekê gelek ji asayî. Bûyerên bi vî awayî jixwe ti caran li medyaya iraqî nabin nûçe jî. Me got em vê yekê bikin nûçe li ji me re got “ev yek yekem car nebûye û ji bo me bûye tiştek asayî”.
Jidestdana ewlehiyê jî weke jidestna tenduristiyê ye, heta ku mirov ji dest nede nirxê wê nizane. Li Bexdayê destê dayîk û bavan li ser dilê wan e ku heta zarokên wan diçin dibistanê yan jî bazarê û tên. Li her cih di her xulekê de metirsiya revandin an jî bombeyek biteqe heye.
Dema em gihîştin wezareta tenduristiyê yekem; cihê cixare vexwarinê bala min kêşand. Me li vê derê jî wêneyeke din ê cuda yê Bexdayê dît.
Li piraniya odeyên wezaretê de wêneyeke wezîra tenduristiyê hatiye daliqandin. Ev yek hêjayê gotinê ye, li welateke weke Iraqê wezîr jin be; ev tê wateya ku civakê ev tişt qebûl kiriye. Li ser deriyê odaye wezîra tenduristiyê helbestekê Îbrahîm Ceferî ji wê re nivîsandî heye. Her gava ku wezîra tenduristiyê diavêje ji aliyê kamereman û wênegiran ve tê tomarkirin. Heta ku dema beşdarî civînê dibe yan jî diçe odeya xwe jî dîmenên wê têne tomarkirin.

Wezîra tenduristiyê bi wêrekî ligel tîma Rûdawê axaft û got, ew li ser mijarên siyasî ti hesaban nake û ji sedî 17ê pişka derman a Herêma Kurdistanê şandine. Piştre me zanî ku wezîra tenduristiyê bixwe weke împaratorekê ye.
Herwiha em dîsa pê hêsan ku ew qenciya wezîra tenduristiyê ji bo ku hemû fraksiyonên kurd bûne yek û nehiştine wezîra tenduristiyê ji parlamentoyê bê avêtin. Wezîra şîe niha jî ji bo vê yekê alîkariya Kurdan dike. Di heman demê de ev yek nîşanê me dide ku yekgirtiya Kurdan bi çiqasî girîng e û encamên çawa derdixe holê.
Roja paştir me bi serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî re hevdîtinek pêk anî. Li cihê ku em lê diman heta em gihîştin cihê Malikî yê li Herêma Kesk, me 10 xalên kontrolê yên leşkerî derbas kir. Me herî dawî jî ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm hevpeyvînek kir.

Ev aliyekî çîrokê ye. Di serdana xwe de, me dît ku ew wêneyê bişeytankirina Bexdayê li Kurdistanê û bi taybetî li Hewlêrê şaş e.
Me bivê nevê piştî bûyerên referandumê şanaziya Kurdan hinek şkest. Dema hûn li Bexdayê guhdariya berpirsên Kurd bikin hûn dê bizanin beriya referandumê Kurd bi çiqasî bihêz bûn û piştî referandumê jî bi çiqasî lawaz bûne. Ne tenê referandumê herwiha îdarekirina PDK û YNKê ya xirab û hesasiyeta di navbera wan de jî bandora xwe kiriye.
Ew rêza li firokexane û wezaret û dezgehên fermî bi me nîşan dayîn me çaverê nedikir. Li Bexdayê di dezgehên fermî de niha jî tije Kurd hene û dixabitin. Em nezanin xelkê dê çawa bizane ew qas Kurd li Bexdayê di dezgehên fermî de dixebitin?
Bawer nakim gelek kes ji me bizane be, Cîgirê Wezîrê Derveyê Iraqê û Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê Kurd in. Cîgire Sekreterê Encûmena Wezîran jî Kurd e. Jixwe ez behsa çend şêwirmend û birêveberên giştî nakim.
Divê em vê rastiyê qebûl bikin ku îdarekirina peywendiyên Herêma Kurdistanê yên ligel Bexdayê û wênekirina Bexdayê ya bi wê şêweyê ku cihê şovenîzmê û dijî Kurd e xelat e. Herêma Kurdistanê jî xeletî kir ku ew bawer kir Bexda bidawî hatiye.
Di nav peywenidyên navdewletî de her tim hemû dewletên aktorên sereke hebûn û bandora xwe diparêzin. Iraq û Sûriyê piştî şerê li dijî DAIŞê û piştî wêranbûnê dîsa dimînin û xwedî hêz in.
Weke Malîkî gotî, êdî xeletiyên herdu aliyan kirine li paşde mane. Niha dema avakirina peywendiyên baş ên di anvbera Bexda û Herêma Kurdistanê hatiye. Êdî baştir e Herêma Kurdistanê dev ji xeyala rûxandina Bexdayê berde. Herwiha pêwist e ku ciyawaziyên Hewlêr û Bexdayê bêne dîtin û divê rastiya wêneyan jî weke xwe bê temaşekirin. Divê başî û xirabî bêne dîtin helwest jî li gorî wê be.
Bexda ji aliyê avadan û ewlehiyê ve bi dehan salên din jî nagihêje asta Kurdistanê. Herwiha wêneyê Bexda jî ne wekî biqest hatiye şeytankirin e.
Werger: Aydin Bayram



