کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

news

Qedexekirina geştên asmanî bandor li koçberên Rojavayê jî kir

Dilxwaz Behlewî

Dilxwaz Behlewî

01-10-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dilxwaz Behlewî
Dilxwaz Behlewî01-10-2017

Nûçeyên Têkildar

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn
ÎRAN23-11-2026

Li Îranê ji ber konserekê cezayê qamçiyan li hundermendekê hat birîn

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê
TIRKIYE23-11-2026

Di Komîsyona Budceyê de 'bajarên Kurdan' bûn sedema nîqaşê

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin
Hevpeyvîn23-11-2026

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber qedexekirina geştên asmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê malbetek ji Hesekê ku tevî vîzeya Almanyayê wergirtine lê nekarin herin.

Li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, pêr roja înê 29ê îlona 2017an, saat 18.00 hemû geştên asmanî li Kurdistanê hatine rawestandin.

Kurd vê biryara Iraqê weke cezakirina gelê Kurdistanê dibînin, ji ber ku her du balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanî, medenî ne û gelek xizmatên mirovî dibînin.

Herêma Kurdistanê ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê deriyekê yê Ewropayê bû lê niha ew derî ji bo wan hatiye daxistin.

Beşekî mezin ji koçberên Rojavayê Kurdistanê jî ziyan ji wê biryarê dîtin, bi taybetî ew kesên ku dê bi riya Lem El Şemil biçûna Ewropa.

Nûpel zarokeke biçûke, 4 salî ye, ji Hesekê ye, bavê wê li Almanya ye, dixwest biçe cem bavê xwe, lê hikûmeta Iraqê firîn qedexe kir û êdî niha Nûpêla biçûk dê nikaribe biçe bavê xwe bibîne.

Dayîka Nûpelê ji Rûdawê re diyar kir wan karên xwe yên fermî ji bo çûna Almanyayê li bajarê Hesekê û Şamê temam kirine biryar bûn ji Hewlêrê herin Almanyayê lê ji ber girtina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ew nikarin herin.  Dayîka Nûpelê ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.

Piştî giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûnê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê rêze biryar derxistin. Yek ji wan biryaran jî rawestandina geştên asmanî ye. 

Pirsên