کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hevpeyvîn

Sebah Numan: Navên êrişkarên Kormorê dê werin eşkerekirin

RÛDAW

RÛDAW

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Îzet Şabender: Pirsgirêka 'Herêma Silêmaniyê' berpirsên Bexdayê kirine du beş
Hevpeyvîn20-11-2026

Îzet Şabender: Pirsgirêka 'Herêma Silêmaniyê' berpirsên Bexdayê kirine du beş

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Hevpeyvîn20-11-2026

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire
Hevpeyvîn18-11-2026

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan da zanîn ku ji bo danîna pergalên parastina asmanî zêdetirî 50 cihan hatine diyarkirin û Herêma Kurdistanê jî di nav wan de ye.

Sebah Numan her wiha diyar kir ku rapora dawî ya lêpirsîna êrişa li ser qada gazê ya Kormorê dê "di demeke nêzîk de" were ragihandin û aliyê êrişkar jî were eşkerekirin.

Numan destnîşan kir ku parastina Herêma Kurdistanê erkê Hêzên Pêşmergeyan e.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan îro beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser dosyayên parastina asmanî, lêpirsîna êrişa li ser Kormorê, guhertina hêzan a li Curf el-Sexerê (Curf el-Nesir) û hevahengiya di navbera Artêşa Îraqê û Hêzên Pêşmergeyan axivî.

Ji bo parastina asmanî zêdetirî 50 cihan hatine destnîşankirin

Sebah Numan li ser hewlên hikûmeta Îraqê yên ji bo kontrolkirina asman û rêlibergirtina êrişan got: "Fermandariya Parastina Asmanî ya ser bi Wezareta Parastinê ve planeke tam amade kiriye.

Komîteyekê ji bo danîna pergalên parastina asmanî zêdetirî 50 cihan destnîşan kirine da ku bi awayekî navendî asman bi temamî were kontrolkirin û rê li ber destdirêjiyan were girtin."

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ragihand ku beşek ji van cihan dê li Herêma Kurdistanê bin lê diyarkirina cihên hûrbîn ji bo nirxandinên teknîkî yên Fermandariya Parastina Asmanî hatiye hiştin.

Sebah Numan her wiha da zanîn ku kirîna van pergala karê sereke yê hikûmetê ye û budceyeke taybet ji bo wan hatiye terxankirin.

"Navê aliyê êrişkar dê were belavkirin"

Sebah Numan derbarê encamên lêpirsîna li ser qada Kormorê de ragihand ku komîteyê serdana qadê kiriye û tîma teknîkî ya delîlên tawanan parçeyên dronê û rêya êrişê pişknîne û wiha pê de çû:

"Komîteyê rapora destpê pêşkêş kir û di demeke nêzîk de rapora dawî dê biqede. Serokwezîr dudil nabe ku navê wan kes û aliyan eşkere bike yên ku bûne sedem û destê wan di êrişê de heye.

Loma jî wî tekezî kiriye ku divê rapor berfireh be û hemû rastiyan li xwe bigire da ku biryara guncav li ser were dayîn."

Hevpeyvîna bi Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan re wiha ye:

Rûdaw: Ez dixwazim li ser plan û gavên Serokwezîrê Îraqê yê wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ji bo kontrolkirina asman bipirsim, bi taybetî jî pirsa pergala parastina asmanî. Di vî warî de çi gav hatine avêtin?

Sebah Numan: Gelekî spas, silav ji we û temaşevanên we re. Fermandariya Parastina Asmanî ya Wezareta Parastinê planeke tam amade kiriye. Komîteyek jî ji bo hilbijartina wan cihan hebû ku dê pergalên parastina asmanî lê werin danîn. Zêdetirî 50 cihan hatine destnîşankirin ku dê pergalên parastina asmanî lê bên bicihkirin, bi rengekî ku bi awayekî navendî tevahiya asman biparêzin, kontrol bikin û rê li ber destdirêjiyan bigirin.

Bê guman pêvajoya hilbijartina van cihan li gorî aliyê teknîkî û nirxandinên pisporî yên Fermandariya Parastina Asmanî bûye da ku serweriya asmanî ya tam dabîn bike. Bê guman beşek ji van cihan dê li Herêma Kurdistanê bin lê derbarê diyarkirin û navlêkirina wan cihan de, ev yek ji bo nirxandinên teknîkî yên Fermandariya Parastina Asmanî ya Îraqê hatiye hiştin.

Rûdaw: Pirseke min a din jî li ser pêvajoya guhertina hêzan a li Curf el-Sexerê ye. Piştî danîna baregeha kontrolê ya li wir, kîjan hêz diçe û kîjan hêz vedikişe? Gav gihîştine kû derê?

Sebah Numan: Ji roja înê ve pêvajoya guhertina hêzan a li Curf el-Nesirê dest pê kiriye. Piştî avakirina baregeha kontrolê, fermandarê nû yê baregeha kontrolê li gorî texmîn û dema diyarkirî serpereştiya pêvajoya guherîna yekîneyên leşkerî dike. Li gorî nirxandina rewşê jî, diyarkirina rêzbendiya wan yekîneyên ku tên guhertin ji aliyê fewcan ve ji bo fermandar bi xwe vegeriyaye.

Pêvajo li pey hev bi rê ve diçe; fewcek dikeve şûna fewceke din û bi vî rengî didome heta ku digihîje baregeha fermandariyan. Pişt re em li benda qedandina yekcarî ya pêvajoya guherîna wan yekîneyan in ku berê navçeya Curf el-Nesirê di destê wan de bû bi yekîneyên nû re, li gorî wan fermanên ku ji aliyê Birêz Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ve hatine derxistin û li gorî hejmar û navên wan yekîneyên destnîşankirî, di bin çavdêriya ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ku serpereştiya vê pêvajoyê dike.

Her wiha bi wezaret û dezgehên pêwendîdar re jî hevahengî tê kirin da ku pêvajo bi serkeftî û di dema xwe ya diyarkirî de biqede, li gorî wan rêkarên ku di vî rengî operasyonên leşkerî de tên meşandin.

Rûdaw: Asta hevahengiya di navbera we û Pêşmergeyan de çawa ye? Gelo ti têbînî yan pêşniyar heye ji bo zêdekirina hevahengiyê, bi taybetî niha ku hûn wekî hikûmeta Îraqê qala parastina tevahiya Îraq û Herêma Kurdistanê dikin?

Sebah Numan: Di rastiyê de hevahengî di warê operasyon, îstixbarat û zanyariyan de gelekî bilind e, ango lihevtêgihiştin û hevahengî heye. Pêşmerge beşek ji pergala ewlehiyê ye û berpirsyariya parastina Herêma Kurdistanê li ser milê wê ye bi hemû hûrgiliyên îdarî, sazî û her wiha sînorên Herêmê ve. Loma jî hevahengî û hevkariya di navbera dezgehên ewlehiyê yên federal û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de heye.

Di ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ya ku serpereştiya vê hevahengiyê dike, nûnertiya Herêma Kurdistanê jî di desteya ofîsê de heye ku serpereştiya hevahengî, şopandin û bicihanîna wan fermanan dike ku ji ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar derdikevin, li gel çavdêriya bicihanîna wan a bi serkeftî û çareserkirina hemû wan pirsgirêkên ku dibe rû bidin.

Ji ber vê yekê îro hevahengî gelekî baş e û di asteke cihê razîbûnê de ye, kar jî bi başî bi rê ve diçe. Ev jî nîşaneya xema hemû aliyan e ji bo yekparçeyiya Îraqê û ewlehiya Îraqê ya bi awayekî temam.

Rûdaw: Li ser wan peymanên ku bi welatan re ji bo kirîna radar û pergala parastina asmanî hatine îmzekirin; ji kîjan welatî tên kirîn û çi pergal in? Hûn dikarin agahiyan bidin me?

Sebah Numan: Pêvajoya dabînkirina pergalên parastina asmanî ya ji bo Îraqê didome. Ev yek ji pêşengî û dîtinên Birêz Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e ku aliyên pêwendîdar ên li Wezareta Parastinê ya Îraqê bi giranî li ser dixebitin. Pêvajoya kirîna pergalên parastina asmanî gelekî girîng hatiye dîtin û heta pereyekî taybet jî jê re hatiye veqetandin.

Loma hemû kes dixebite da ku bicihanîna vê dosyeyê bilezîne, pergalên parastina asmanî bi dest bixe û wan bi awayekî belav bike ku rê li ber her cûre destdirêjiyekê li ser saziyên stratejîk an her herêmeke Îraqê bigire. Berê me ji ber van destdirêjiyan dinaland, çi li ser saziyên sereke yan yên petrolê be, yan jî operasyonên bombebarankirina hinek deveran be.

Lê bi îzna Xwedê bi danîna van pergalan, rê li ber ducarebûna van destdirêjiyan dê were girtin. Xebat didomin û bi şopandina rojane ya Birêz Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û raporên dewriyî yên li ser asta bicihanînê, peyman gihîştine kû derê, ev pergal gihîştine kû derê û şiyan çi ne; hemû ev rapor rojane ji aliyê saziyên pêwendîdar ve ji Birêz Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar re tên şandin û raspartiyên pêwîst li ser wan tên dayîn.

Her astengiyek hebe jî bi rêya piştgiriyê ji bo Fermandariya Parastina Asmanî tê çareserkirin da ku di bidestxistina van pergalan de biserkeve. Pêvajo didome û birayên me di gihandina lezgîn a van pergalan, belavkirin û bicihkirina wan de ti kêmasiyê nakin, da ku dawî li pirsa destdirêjiyên ducare bînin.

Rûdaw: Li ser êrişa li ser qada Kormorê, kengî dê encama dawî ya lêpirsîna komîteyê were ragihandin?

Sebah Numan: Komîteya pêwendîdar a bi destdirêjiya li ser qada Kormorê re yekser piştî rûdana êrişê hat avakirin û hat erkdarkirin ku raporeke bihûrgilî pêşkêş bike, lêpirsîneke berfireh bike, bi fermandarên meydanî re bicive û serdana devera hedefgirtî bike. Vê komîteyê serdana qada Kormorê kir û zerer dîtin.

Her wiha komîteyeke teknîkî jî ji delîlên tawanan bermayiyên êrişê lêkolîn kirin, rêya êrişê û ew dron kontrol kirin ku êrişî parzûngehê yan qadê pê hatibû kirin. Her wiha bi fermandarên meydanî re hevdîtin hatin kirin û gihîşt asta pêşkêşkirina raporê.

Raporeke destpêkî hatiye pêşkêşkirin û di demeke nêzîk de em li benda rapora dawî ne. Birêz Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar tekezî li ser xebata vê komîteyê kiriye ku divê raporeke hûrbîn, giştgir û berfireh pêşkêş bike ku hemû rastî tê de hatibin qalkirin, da ku derbarê vê destdirêjiyê de biryara guncav were dayîn.

Rûdaw: Gelo dê navê wî alî yan koma ku êriş pêk aniye li gel armanca êrişê were belavkirin?

Sebah Numan: Hikûmeta niha û Birêz Serokwezîr dudil nabin di binavkirina wan kes û aliyên ku bûne sedem û destê wan tê de heye. Ji ber vê yekê birêz wan tekezî li ser xebata vê komîteyê kiriye û ragihandiye ku divê rapora wan berfireh û giştgir be, hemû rastiyan li xwe bigire û biker û aliyên desthevkirî di vê hedefgirtinê de destnîşan bike.

Rûdaw: Werin em qala pergala parastina asmanî bikin. We bi kê re peyman çêkiriye? Rast e ku bi Rûsyayê re ye?

Sebah Numan: Pêvajoya diyarkirina çavkaniyan û peymanan di pisporiya Fermandariya Parastina Asmanî ya Îraqê de ye. Ew in ên ku wan welatan destnîşan dikin ku dikare sûd ji pîşesaziya wan were wergirtin û xwedî pîşesaziyeke pêşketî ne. Hikûmeta Îraqê û Birêz Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hewl didin ku Artêşa Îraqê xwediyê çekên herî nûjen be ji baştirîn çavkaniyan.

Ji ber vê yekê diyarkirina sazî, welat û şirketên hilberîner, ji aliyê teknîkî ve ji bo pisporiya Fermandariya Parastina Asmanî hatiye hiştin. Bê guman ev fermandarî dixebite û niha jî bi giranî dixebite da ku ji nûtirîn çavkaniyên cîhanî bibe xwediyê pergalên herî nûjen ên parastina asmanî. Di pratîkê de jî gihîştine qonaxên bipêşketî ku dibe qonaxên dawî bin ji bo bidestxistina van pergalan ji çavkaniyên pêbawer û baş ên vî warî.

Rûdaw: Gelo mebesta te ji pergala parastina asmanî mûşekên dijebalafir in yan pergalên dijemûşek û dijêdronan in?

Sebah Numan: Pergala parastina asmanî, pergaleke temamker e ku mûşekên bersivdayînê, radarên bi menzîlên cuda, her wiha mûşek û pergalên rûbirûbûn an têkbirina dronan li xwe digire. Ango pergaleke tam e û diyarkirina corê çekan û danîna wan jî ji bo nirxandinên teknîkî yên Fermandariya Parastina Asmanî ya Îraqê vedigere.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser rewşa navçeyên nakok e. Wekî tê zanîn niha ev navçe ji aliyê lîwayên hevbeş ve tên birêvebirin. Gelo bi dîtina we şiyana van hêzan heye ku van navçeyan biparêzin?

Sebah Numan: Tevî ku ez ji vê pirsê şaşwaz bûm, lê ez di wê baweriyê de me ku di kanala we de û di zêdetirî kanaleke Kurdî de jî min ducare kiriye ku lîwayên hevbeş ên yekem û duyem di pratîkê de niha kerta berpirsyariyê ya li ser sînorê di navbera navend û Herêmê de di destê wan de ye. Li wê derê efser û leşkerên ji çend aliyên cuda hene ku niha berpirsyarî di destê wan de ye û çavdêrî û şopandina berdewam ji bo xebata van her du lîwayan heye.

Di hevdîtin û civîna me ya dawî de bi birayên me yên di dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re, me tekezî li ser pêşkêşkirina piştgiriya tam a teknîkî û mirovî ji bo van her du lîwayan û dabînkirina teknolojiya teknîkî ji wan re, bi taybetî kamerayên termal kir.

Her du lîwa li wir in û erkên xwe bi cih tînin. Fermandar, desteya rukun û endamên wan hene ku niha xeta veqetîner û wan xal û valahiyan diparêzin ku berê vala bûn û di demekê de ji bo tevgera terorîstan hatibûn vekirin. Her du lîwa li wir in û erkên xwe bi şêweyekî rast û asayî bi cih tînin, em jî çavdêriya xebata wan dikin û di qonaxa bê de jî em dê şiyana wan pêş bixin.


Nûçeyên Têkildar

Îzet Şabender: Pirsgirêka 'Herêma Silêmaniyê' berpirsên Bexdayê kirine du beş
Hevpeyvîn20-11-2026

Îzet Şabender: Pirsgirêka 'Herêma Silêmaniyê' berpirsên Bexdayê kirine du beş

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin
Hevpeyvîn20-11-2026

Barbara Leaf: Washington dixwaze PDK û YNK pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire
Hevpeyvîn18-11-2026

Sezaî Temellî: Yasaya heyî kêm e û birêvebirên PKK û KCKyê li xwe nagire

Pirsên