Silêmanî (Rûdaw) – Cîgirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih, ku ev 3 sal in li qiraxa partiya xwe maye, hemû karên xwe yên siyasî hilavêstiye, bi sazkirina tevgereke nû ya siyasî, mala xwe ji YNKê cuda kir.
Navê lîste û tevgera nû ya Berhem Salih, “Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî” ye. Endamê vê lîsteyê Bekir Sidîq dibêje: “Berhem Salih mîna Newşîrwan Mistefa partiyeke din ava nake.”
Lê ev gotin jî dilê berpirsên YNKê xweş nake. Lewma tê payîn di demekê nêzîk de Polîtbûro û serkirdetiya YNKê bicivin û biryara dawîn derbarê Berhem Salih de bidin.
Endamê lîsteya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî Bekir Sidîq derbarê bernameya siyasî ya vê tevgera nû de dibêje: “Gendelî, serwernebûna yasayan, têkçûna balansa siyasî û pirsgirêkên din hişt ku ev lîste were sazkirin. Ev lîste di vê riyê de dê li pey çareseriyan bigere. Lewma Berhem Salih dixwaze bi vê riyê xizmetê ji pêvajoya siyasî re bike.”
Senaryoya Newşîrwan Mistefa dubare bû
Beriya 8 salan, Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ji bo hilbijartinan lîsteyeke nû ragihand. Newşîrwan Mistefa jî beriya wê 3 salan ji ji YNKê cihê bibû. Niha ev senaryo, bi riya cîgirekî din ê sekreterê giştî, dubare dibe. Berhem Salih jî bêyî ku dest ji YNKê berde, 3 salan rûnişt. Lê rewşa YNKÊ ya niha, ne mîna rewşa vê partiyê ya dema cihêbûna Newşîrwan Mistefa ye.
Berpirsekî YNKê, ku niha jî li gel Berhem Salih e û naxwaza navê wî were eşkerekirin, dide xuyakirin ku hejmareke kadro û berpirsên malbendan jî piştgirî didin Berhem Salih.
Lê ew dibêje: “Berhem Salih pir li ser wê yekê kar nake, ku berpirsên YNKê li dora xwe bicivîne û wan ji YNKê biqetîne. Ew naxwaze mîna Newşîrwan Mistefa serkirdeyên YNKê bibin rû û sîmayên diyar ên vê lîsteya nû.”
Xwe bi temamî ji YNKê venaqetîne
Li gorî gotina vî berpirsî: “Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê ji aliyê dîrokî vex we ji YNKê venaqetîne. Çi dema ku YNKê navmala xwe sererast kir, pirsgirêkên xwe çareser kir, derfeta wân dibe li gel YNKê karên hevbeş bikin.”
Li gorî zanyariyên ku kesekî nêzîkî Berhem Salih dane Rûdawê, heta niha jî ti endamekî serkirdetî an jî polîtbûroya YNKê, yan jî kesên nêzîkî Berhem Salih in, dest ji kar nekişandine.
Heman çavkanî dibêje: “Ne şert e, ew kesên di nava YNKê de nêzîkî Berhem Salih in, di nava vê lîsteyê de cîh bigrin. Di nava lîsteya ku ji bo Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan re hatiye pêşkeşkirin, navê ti serkirdeyekê YNKê nîne. Lê dibe di paşerojê de hinek endamên YNKê bixwazin pêwendiyê bi lîsteya nû re bikin.”
Nameya xwe pêşkeş kiriye
Roja Yekşemê 17/09/2017, Berhem Salih nameya xwe ya dest ji karkişandinê pêşkeşî Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl kir. Li gorî zanyariyan Kosret Resûl ev name wergirtiye.
Endamê Serkirdetiya YNKê Ferîd Eseserd, di wê baweriyê de ye, ku eger Berhem Salih nameya xwe ya dest ji karkişandinê pêşkeş kiribe, pêwîst nake politburo û serkirdetî ji bo vê mijarê bicive, daxwaza Salih jî tê pesendkirin. Ji ber ku wî tevger û lîsteyeke nû avakiriye, bi daxwaza xwe dest ji kar kişandiye.
Lê dîsa jî Berhem Salih naxwaze lîsteya xwe bi tenê bixe nava pêşbirka hilbijartinan. Li gorî zanyariyên Rûdawê, berî li gel çend alîyekê axiviye û beşek ji wan jî ew rêxistinên Başûrê Kurdistanê ne, ku nêzîkî PKKê ne.
Rûdawê li gel yek serokê yek ji wan partiyan, Mihemed Kiyanî re pêwendî sazkir lê wî got: “Derbarê vê mijarê de ez ti tiştekî nabêjim.”
Piştî nexweşketina Celal Talebanî, rewşa nav YNKê aloz bû. Di 1ê Îlona 2016ê de, Kosret Resûl û Berhem Salih, li gel hejmareke endamên serkirdetiyê, “Nevdan Biryarê ya YNKê” avakirin. Lê piştî ku Berhem Salih vegeriya ser karê xwe û vê baskê li gel baskê Hêro Îbrahîm Ehmed li hev kir, Navenda Biryardanê bêdeng ma. Di vê heyamê de çend caran baskê Navenda Biryarê xwest bi tevlîbûna Berhem Salih bêdengiya xwe bişkîne, lê wî xwe nexiste bin vî barî.
Berdevkê YNKê Sedî Pîre desbarê helwesta Berhem Salih de ji Rûdawê re got: “Berhem Salih kesayetekî siyasî yê diyar e. ev 2 sal in ti çalakiyeke wî di nava YNKê de nînin. Madem qebare û lîsteyeke nû avakiriye û pêşkeşî komîsyona hilbijartinan kiriye, êdî ti pêwendiya wî bi YNKê re namîne.”
Endamê berî yê serkirdetiya YNKê Aso Elî dibêje: “Rewşa nav YNKê aloz e. Ragihandina vê lîsteya nû jî tê wateya têkçûna Navenda biryardanê. Niha ev bask di nava YNKê de bi temamî lawaz bûye. Niha li gorî vê rewşê êdî her kesek bi serê xwe ye.”
Ev lîste dê dengên YNKê an yên Goran bibe?
Cihêbûna Newşîrwan Mistefa, di salên destpêkê de, di nava YNKê de bû sedema şokekî mezin ê siyasî û herwiha piraniya dengên vên partiyê bir. Başe cihêbûna Berhem Salih dê bandorê li dengên kîjan aliyê bike? YNK an jî Tevgera Goran?
Nêrîna Aso Elî we ye, ku ev lîste nikare pêngaveke mezin biavêje , lewma dibêje: “Tevgera Goran bi vê xeletiya mezin negihişte encamê. Ez bawer dikim, ku dê ev lîste lawaztir be.”
Biryare roja 1ê Mijdara 2017ê, hilbijartinên parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê werin kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan dest bi tomarkirina navê lîste û partiyan kiriye.
Piştî ku lîsteya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve hate pesendkirin, Berhem Salih li ser navnîşana xwe ya twitterê de, got: Komîsyona hilbijartinan tomarkirina navê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî pesend kir. Bi hêviya dabînkirina desthilatdariyeke baş û dadmend bo xizmetkirina hevwelatiyan.''
Bekir Sadiq dibêje: “Berhem Salih weke Newşîrwan Mistefa nake, dijitiya ti partiyekê nake. Tenê hewl didde bi rêya bernameya wî pêvajoya siyasî bikeve ser rê û medarê xwe yê rast.”



.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)