Hewlêr (Rûdaw) - Duh li Hewlêrê, xelkê Efrînê li hev kom bûn û pêşengeha xwarin û cilûbergan pêkanîn.
Hejmarek ji koçberên Efrînê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê festîvaleke kulturê li dar xistin.
Di festîvala çanda Efrînê de, digel xwarin û cilûbergan muzîk û folklora Efrînê jî hat nîşandan. Bêhtirî 50 cure xwarin hatibû çêkirin, her malekê ji xwe re xwarinek amadekiribû û anîbûn.
Di heman festîvalê de pêşangeheke wêne jî hate vekirin û komên filoklorî yên bajarê Efrînê jî stran û dîlanên xwe di vê festîvalê de pêşkêş kirin.



