Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî windakirina Şîfa Gerdî ya ku yek ji pêşkêşvanên naskirî û xoşewîst bû, dikeve qonaxeke nû. Qonaxek ku tevî xemgîniya ji dest dayîna wê xoşewîstê, berpirsyariya me zêdetir bû.
Şehîdbûna wê, careke din ji me re nîşan da ku Rûdaw çî ye û divê çawan be. Gava 25ê Sibata 2017an de agahiya şehîdbûna Şîfa Gerdî gihişte me, ji bo wergirtina cenazeyê wê, em yekser ketin ser rê.
Em hêj negihiştibûn cem tîma xwe, tevî ku me daxuyaniyeke fermî nedabû, agahiyên şehîdbûna Şîfa û birîndarbûna kameramanê me Yûnis Mistefa li ser medyaya civakî belav bû.
Şeva bûyerê, ji gel û rayedaran bi hezaran peyamên sersaxiyê hatin. Peyamên ku dihatin, ew qas zêdebûn, weşandin û nûçekirina wan peyaman gelek zehmet bû. Hemû rengên her çar perçeyên Kurdistanê, ji bo Şîfa Gerdî bûn reş.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, PKK, partiyên Îslamî, partiyên çepgir û hemû rayedaran hevxemên vê êş û jana me bûn.
Tevî ciyawaziyên wan, ji bo şevekê be jî Şîfa wan anî ber hev û pêkve hevxemiya xwe anîn ziman.
Di heman demê de ji Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Mihabad, Badînan, Qamişlo, Amed û ji kurdên xerîbiyê peyamên sersaxiyê hatin.
Weke din ji qada navnetewî jî Nûnerê Taybet ê Koşka Sipî Brett McGurk, konsolxaneyên welatên mezin ên cîhanê û gelek medyayên biryarsaz, wê şevê behsa keça Rûdaw û Kurdistanê, rojnamevana aza (wêrek) Şîfa kirin.
Li aliyekî jan û hêsirên çavan, li aliyekî din jî fikirîna sedemên hevxemiya êşa mezin a pêşkêşvaneke Rûdawê. Çawa dibe ku dengên ciyawaz , di şevekê de bûn yek û bi awazekê ji bo karmendeke Rûdaw û medyaya kurdî tên honandin?
Bersiva van pirsan, helbet ji vê êş û janê girantir nîne.
Di 4 salên derbasbûyî de tevî hemû tengasiyan, me careke din fêm kir ku rêya Rûdaw rast e, dengê her kesî ye û çavkaniya nûçeyan e.
Piştî Şîfa, temaşevanên Rûdawê nîşan dan ku li hember kar, ked û xabata Rûdawê, çi qas bi wefa û spasdar in. Wan dilsoziyên xwe tekez kirin, peywira me jî ew e ku em bi awayekî baştir bixebitin û ji wan re bersivan bidin.
Ji bo Rûdawê qonaxa piştî Şîfa bi êş û jan e. Çimku li aliyekî windakirina keseke çalak û dilsoz û li aliyê din jî piştî Şîfa giranbûna erk û peywira me.
Rûdaw piştî Şîfa divê li medyayê, peywira xwe bi awayekî herî baş pêk bîne û divê bibe dengê hemû aliyan. Divê em weke Rûdaw ji xwe bipirsin, xeletiya me çi ye û em dikarin çawa baştir bibin. Divê em lê bigerin, gelo em çawa dikarin ji zêdetirî daxwazên temaşevan, xwendevan û guhdarvanên xwe pêşkêşî wan bikin.
Em tenê bi pêkanîna van tiştan, dikarin wefaya xwe ya ji bo Şîfa Gerdî, nîşan bidin. Şîfayê em li vir hiştin, lê divê em ji bo Şîfa û ji bo hevsozên Rûdawê, piştî Şîfa li ser vê rêya zehmet bimeşin.
Şîfa Gerdî, ruhê te şad be û em te ji bîr nakin… Heqê me ji te re helal be… Bi çûna xwe, te barê Rûdawê girantir kir.



