Berî çend rojan ajansa Interfaksa Rûsî belav kir, ku dê li roja 15 Sibatê Kongirek Kurdistanî li Moskowê bibeste, ew nûçe jî di bin nav nîşanek qelew de: Kêlberî û nakokiyên li ser dabeşkirina Rojhilata Navîn û rola Kurdan derbas bû.
Dezgehên ragihandina Tirkî (N. TV, CNN Turk) pê mijûl bûn, herweha hin dezgehên Erebî, bi taybetî yên Qeter tîrêj berdan ser vê çalakiyê, gelekî mezin û dijwar nirxandin.
Ew komcivîna bilez û bez hatî birêvebirin, bidawî hat, bêyî tu encamên berbiçav jê derkevin. Rast e gelek kongir hêz û kesayetiyên Kurdan li darxistine, lê ji bo şirovekirin û nêzîk nasiya vê komcivînê pêwîst e em bersiva vê pirsê bidin, çima ev komcivîn niha? Çima li Moskoyê? Ji bo çi ku her car çend hevalbend û çalakvan hev bibînin dê bibêjin ji “her çar perçeyên Kurdistanê” kurd li hev civiyan?! Ev reng gotinên “giştî” nema guncaw in.
Beşek ji armancên civînê rast e li ser kêşeya Kurd e, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, derbarê pêşeroja kurdan û rola wan li Rojhilata Navîn danûstandin li her derî tên kirin, dîsa baş e hin gengeşe li vir, li wir bên kirin. Lê ya rastir ji tevan ew e, ku ev vexwendin û civîn bi mebesta bi karînana kaxeza Kurdî ji aliyên dewletên zilhêz ve tên bestin, bi taybetî vê carê Rûsya dixwaze nameyeke nû ji US û Turkiye re bişîne, naveroka wê jî ew e ku: Beşekî mezin ji hêzên Kurdistanî dost û hevalbendê Rûsya ne, Rûsya dişê wan ji berjewendiyên xwe yên li meydana Rojhilata Navîn re bikarbîne, Herweha fişarê bîne ser kongirê (Jinêv 4) ya ku gerek e li 23 Sibatê li ser kêşeya Sûrî birêve here.
Wek her car gava hin hêzên Kurdistanî dikevin nav dav û kortçalan de, dîsa ji nû ve basa yekîtiya Kurdan li herçar parçeyê Kurdistanê dikin, yan jî pêwestîya bi “Kongirê Netewîyê Kurdistanî” li bîra xwe tênin, ji ber dîmen xweş bibe, bangê li çend rêxistinên alîgir dikin.
Dê baştir be gava li ser kêşeya neteweyî xebat ne bi vî rengî bibe, gava mijar lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî be, xwezî peyv û propogande nehatiba kirin, da wek hemî civatên derbasbûyî, ku piraniya aliyên Kurdistanî nehatibûn agahdarkirin û vexwendin, ji ber rewş aloz nebe, bi vî rengî gerek e armanc û daxwaza yekîtiya neteweyî neyê pêleyiztin û pûçkirin.
Rast e Kurd dikarin sûdê ji helwesta Rûsya ya nû bigirin, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê di warê pêşniyarkirina sîstema Federal ji bo Sûriya, lê bi karanîna vê civatê li gor dem, cih û warê bestinê, û li dij hin hêzên Kurdistanî ji alîkî din ve, li dij opozisyona Sûrî û Cinêv-4ê ji alî sêyem ve, wan aliyên baş û berhemdar di çalakiyê de winda dike.
Bestina kongirekî yek alî bi nûnerên çend partiyan, û hatine çend kesayetîyan baş nîne, civîna wan di hotêleke xweş li paytexteke dûr wek Mosko yekîtiya Kurdan nadamezrîne, her dem civatên çend partiya bihevre baş in, lê têrê nakin ji suberoja Kurdan re istiraticîyek netewî pêk bînin, ev reng gav û kar mala Kurd çak nake, herweha yekrêzîyê û kongira netewî dûr dixe. Berî her gavekî û helwistekî gerek e em ji bîr nekin ku doza netewî di bingeha xwe de demokratîxwaz e, hevkarî û pirrengî jê re herdem pêwîst e.
Dê gelekî baştir be, ku bazirganî bi kêşeya neteweyî, bi gotara (herçar perçeyên Kurdistanê) ji ber berjewendîyên partiyan neyê kirin. Ji ber zemîne ji bo li hevkirin û hevkarîya netewî bi vî awayî dirust nabe.
Yekem gava pîroz ji bo gelê Kurdistanê ew e ku hin partiyên Kurdistanî xwe ji bandora bîr û bawerîyên “Totalîtar” rizgar bikin, rêbazên totalîtar û sîstema gelemperî bi kar neynin.
Ji ber diyar e kêşeya netewêya Kurd bi demokrasî û hevalbendiyê nêzîkî çareserîyê dibe, têkilî û peywendiyên rojane û hevkarî pêşgavên girîng in, divê berî komcivînan baştirîn peywendî di nav hêzan de hebin û berdewam bibin.
Herweha xwe libadan, gavên tektîkî û tîs kirina li hember kamera, propogandeya hizbî ya demsalî doza neteweyî aloz û kambax dike.



