Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di Lîga Super de bû mêhvana Kocaelîsporê.
Kocaelîspor di maça ku li Stadyuma Kocaeliyê hat lîstin de 2-0 bi ser ket.
Kocaelîspor di nîvê yekem ê maçê de bi dijwarî bi ser Amedsporê de çû.
Lîstikvanê Kocaelîsporê Berkan Kutlu xuleka 16an gog ji derveyî qada ceza şand torên Amedsporê û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Amedsporê piştî vê golê hewl da ku bi lîstikvanên xwe Dia Saba û Yira Sor encamê biguhere lê derfetên wan bê encam man.
Nîvê yekem bi serkeftina Kocaelîsporê bi dawî bû.
Hewldanên Amedsporê bê encam man
Di nîvê duyem de Amedsporê bi çend guhertinan xwest wekheviyê pêk bîne.
Mbaye Diagne, Umut Meraş û Gokhan Gul ketin lîstikê.
Lîstikvanên Amedsporê gelek caran zext li qeleya dijber kir û nêzîkî golê bûn lê qelevanê Kocaelîsporê rê neda ku gol bê kirin.
Amedspor daket rêza 9emîn
Lîstikvanê Kocaelîsporê Matej Maglica bi lêdaneke serî ferq derxist 2yan û encam bû 2-0.
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin kirin û maç bi vê encamê qediya.
Amedspor bi vê têkçûnê re ji pêşengiya Lîga Super ket û daket rêza 9emîn.
Amedspora ku di 2 hefteyan de 3 puan standine dê 31ê Tebaxê demjimêr 21:30î li mala xwe bi Trabzonsporê re bilîze.




