Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Kewirgoskê ya Hewlêrê koçber helbestan ji hev re dibêjin.
Li kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, hejmarek ji xelkê kampê, di konekî de kom dibin û helbestan ji hev re pêşkêş dikin.
Bi gotina wan ew karekî baş dikin, hem zimanê xwe bi pêş dixînin, hem jî dikarin bi rêya wan şevbêrkan rojên xwe yên nexweş ji bîr bikin û rojên xwe yên vala bi helbest û edebiyatê dagirin.



