Payîza borî min serdana bajarê Silêmaniyê kir. Piştî min hinekî rewşa wê li ser zemînê şopand, gellek bîranîn, têbînî û bîroke di wê serdanê de li cem min peyda bûn. Di dawiya gerê de jî, ez matmayî û xemgîn bûm, bi taybetî piştî derbasbûna muzexana Şehîdan li Silêmaniyê, ya ku bi rengekî ji rengên partîtiya teng hatibû damezrandin, ta ku şehîd û nemirên devera Silêmaniyê ji yên Kurdistanê hatibûn cudakirin.
Par çaxê ez ji Silêmanîyê derketim, bi xemgînî û dilekî sar min gotarek bi nav û naveroka: (Silêmanî xwe dorpêç dike) nivîsand. Çend heyv derbas bûn, gellek nîşanên ezîtî û xweperestina kultûrê cihikî rûdan, îro em ne di warê lêkolîn û hejmartinê de ne, lê ya careke din bala min bi xurtî kişand, ew e ku çend rojan berî niha, min ji TViyeke ku li Silêmaniyê pexşê dike, ev peyv: (saet heşt e be katî Silêmanî…) bihîstin, baş e xwênerek dê bibêje, ka şaştî û hele di çi de ye?!
Kêşe ne di hejmartina saetê de ye, kêşe di endezyariya rewşenbîrî û siyasî ya ku ev gotin bi rengekî hesanî anîne ziman! Kêşe di bingehê nexweşî û nesaxiya bîr û baweriyên siyasî û kultûrî de ye?! Eger hin kes tênegihiştibin ku îro (katî Silêmanî) çi wateyê û nameyê digihîne, dê hûr şirove bikim.
Rastiyek dîrokî li ser bajar û deverên Kurdistanî heye gerek e bê gotin, ew rastî dide xuyakirin ku hemû war û bajarên Kurdistanê demekî ji deman xudan desthilat û rewşenbîrî bûn, wek nimûne berî hezar salî dewletek kurdî hebû bi navê (dewleta Merwanî), yan Dostikî, bajarê Farqînê paytexta wê bû, dewletek kurdî bû li gorî hemû pîvanên zanistî, piştre bajarê Bedlîsê rolek mezin di dîroka siyasî ya kurdî de leyist.
Lê ya ne diyar û kêm hatiye zanîn, ew e ku Şerefxanê Bedlîsî û gellek dîroknasan nivîsandiye ku Amêdî nêzîkî (400) çarsed salî navenda zanîn û wêjeya kurdî li seranserî Kurdistanê mabû, her welê jî paytexta mîrnişîna Behdînan ya navdar bû. Dîsa mirov dikare Cizîra Botan bîne bîra xwe, ku bi sedên salan paytexta mîrnişîna Botan bû, herweha bîr û baweriyên tevgera netewî ya kurd ji wir ta Şemzînan bişkivîn. Li sala 1927 li Qamişlo rêxistina Xoybûn hat damezrandin, piştre li Mehabadê sala 1946 komara Kurdistan hat ragihandin.
Berî mirov navê bajarên Kurdistanê yên navdar bijmêre û rola wan di tevgera niştimanî de diyar bike, divê rola Şehrezûr û Rewandizê neyê jibîrkirin.
Silêmaniya ku tenê berî dused salî hat avakirin û cihê xwe dereng di dîroka Kurdistanê de girt, digel ku rolek pîroz di bizava netewî û kultûrî ya Kurdistanî de leyist, lê bi rastî çawa be ew rol, ji ya gellek bajar û deverên din yên Kurdistanê ne kûrtir û geştir e. Dîsa li gorî vê pîvanê çima me nebihîstiye ku kesî li vê serdemê gotiye: (Be katî Amêdî, yan be katî Rewandiz)?! Çima gellek bajar û bajarvaniyên Kurdistanê xwe ji bîrkirine, di nav netewbûna xwe de hatina bişaftin?
Li gorî xwendina min, asteng ne di van çend peyvan de ye, lê belê di sîstema mejiyê kultûrî û siyasî de ye, kêmasiyek di çanda me ya siyasî de îro rûdidê, şikestinek di cama baweriyên siyasî de çêbûye, pêwîst e zû bê destnîşankirin û reformkirin.
Silêmanî yek ji pênc bajarên aktîv e li Herêma Kurdistana Iraqê, herweha yek ji bîst bajarên li seranserî Kurdistanê ye ku xudan dîroka siyasî ne, dîsa em tekez dikin ku cihekî Silêmaniyê yê taybet û rêzdar heye li cem her kurdperwerekî, lê ev nabe egera wê ku ev bajarperistî û xwexapandin neyê destnîşankirin û rexnekirin.
Ji ber ku ji aliyê cografî ve katê Silêmanî û Hewlêrê yek in, ji aliyê yasayî ve, Hewlêr paytext e, eger pêwîst be kat bi navê Hewlêr gerek e bê binavkirin, ji aliyê ceopolîtîkî ve diyar e beşek mezin ji Silêmaniyê bi xweperestiyeke siyasî hatine dorpêçkirin, dûrtir ji derveyî sînorê bajêr nema dibînin.
Li gorî nêrîna min ev hest û helwestên li Silêmaniyê car caran peyda dibin, eger teng bin jî, giringiya xwendinek nû pêwîst dike, mirov hêvî dike ku siyasetvan, rewşenbîr, medyakarên Silêmaniyê baş rewşa dever û cîhanê bixwînin, baş bûyerên cenga cihanî ya ku îro tê binavkirin bi ya (sêyem) temaşe bikin, hinekî dûrtir ji dîwarê bajêrê xwe bibînin, hûr dengê guhertinên dijwar li Rojhilata Navîn bibihîzin, belkî bi zimanekî kurdî yê zelal vegerin xwe fêr bikin û bibêjin:
Saet çend e be katî Kurdistan?!



