Dibe ku gellek çîrok li ser hûrbîniyên serkeftina vê herêmê, di sedsala borî de, bên vegotin, çimkî serkeftina Kobanî ne bi şerê DAIŞê re dest pê kiriye ne jî dema Kobanî bû rojeva hemû medyaya cîhanê. Lê belê ji destpêka damezrandina Kobanî ve tovê vê serkeftinê hatiye çandin. Ew damezrandina ku bi çêkirina sînorên navdewletî yê di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatî hûnandin.
Dijwarbûna êrişên DAIŞê li ser gundên Kobanî û navenda bajêr, di mehên borî de, gellek pirs li ser armanca vê êrişê gur kirin; Ka ev rêxistin li pey kontrolkirina vî bajarokî dê çi bidest bîne? Çima ev ziyan û qurbanî hemû? Pirs pir dibin, herwiha bersivên wan zehmetir dibin. Heger diyartirîn akarên (pênasên) herêma Kobanî neyên naskirin û berçavgirtin û heger em haydar nebin ji girîngiya wê ya stratejîk, em nikarin aliyên aloz yên vê pirsgirêk û bûyerê baş şirove bikin.
Çîroka serketina Kobanî di 25 salên pêşîn yên sedsala borî de, dest pê dike, dema ku dîmenên wê, weke navendeke şarewaniya biçûk diyar bûn, ku ji komeleyeke malbatên Kurd yên bajarvanî, herwiha ji koçberên Ermenî yên ku di serdema cenga Cîhanî ya Yekem de, ji ber zordariya desthilata Osmanî reviyabûn, ji wan tevan Kobanî hat damezrandin. Piştre berfireh û geş bû, bi mebesta ku ji bo tevahiya gundên rojhilatê Ferêt re şarewaniyek nû be.
Sînorên herêma Kobanî li Peymana San Rîmo(1920), û Peymana Enqereyê sala 1921 ya di navbera Fransa û hikûmeta Tirkî de hatiye rastkirin. Rewahiya vî sînorî li ser bingeha Peymana Lozanê (1923) hatiye danîn, ew sînor li dijî biryara Peymana Sêverê ya sala 1920 hat, ji ber gerek bû li gor Sêver, dewleteke Kurdî li herêman ku piraniya wan Kurd in, li rojhilatê çemê Ferêt û tevaya Wilayeta Mûsilê bê damezrandin. Di bingeha xwe de, herdu peymanên San Rîmo û Enqereyê, betalkirina Peymana Sêverê bû: ji ber Sêver dixwest rûbera herêmên Tirkiyê kêmtir bike, û dewleteke Kurdî li hinek wilayetên Dewleta Osmanî ya berê ava bike. Tiştê ku li ser zemînê çêbû, navçeyên Wilayeta Diyarbekir û beşek mezin ji deştên Wêranşar û Sirûcê bi ser Sûriyê de hatin berdan, ew Sûriye ku ji nû ve weke dewlet durust dibû, bixwe hîn weke yekîtiyeke hermên federal di bin siya Fransa de dihat avakirin.
Danîna sînor bû sedema wê ku civaka kurdên bakurê xeta tirênê (Tirkiye) û başûrê wê (Sûriye) ji hev dûr kevin, û bingeha civaka Kurdistanê bê çirrandin. Êdî pêwendiya van gundan ligel bajarên kurdî yên dîrokî neman, bitaybetî bajarên mîna Wêranşar, Sirûc û Riha. Ji xelkên deverê re avakirina bajarekî nû pêwîst bû, herwiha bazareke xwecihî, bitaybet ji bo gundên ku dikevin başûrê sînorên Sûriye-Tirkiyê pêwîst bû. Vêce devera Kaniya Ereban hat hilbijartin, da ku ev cih navendeke rêveberiyê û bazareke nûhatî be.
Yekem xaniyê bajarê Kobanî li derdora navenda Kompanyaya Almanî ya ku xeta tirênê durust dikir, hat avakirin. Yekser di pey re kampa mişextên Ermenî li xwe girt, û navê xwe “Kobanî” ji navê Kompanyaya Almanî wergirt.
Çîroka serweriya Kobanî ji gundên derdora xwe re, bi salan hat hûnandin, ta ku rûber û ferehiya devera wê gihişte 4 hezar km çargoşe, êdî ew deştên fireh yên ku piraniya eşîrên kurdên koçer lê digeriyan bi vî bajarokê nû ve hatin girêdan. Ew eşîr li zeviyên rojhilatê Ferêt û bakurê bajarê Reqeyê, heta rojhilatê bajarê Hemayê dijiyan.
Ew guherîna mezin, bêyî pilaneke pêşekî, di avahiya vê navçeyê de pêk hat, ji bo girêdana van gundan bi navendeke şarewanî ve, lê vê dawiyê navçeya Kobanî ligel nêzîktirîn û mezintirîn bajar li bakurê Sûriyê, hat girêdan, ku ew jî Heleb bû, (160 km li rojavayî wê dikeve).
Navçeya Kobanî girîngiya xwe parast. Ev girîngî ji hebûna wê ya cografî ya ortane tê, ku li rojhilatê Ferêt di navbera Cizîrê û çemê Ferêt de dimîne, lê belê ji aliyê rêveberî û praktîkî ve ji Cizîrê hat veqetandin û bi Helebê ve hat girêdan. hinek ji gundên devera Kobanî bûn beşek ji parêzgeha Reqeyê, ya ku li sala 1960 hat damezrandin.
Bi sedema van biryaran, pêwendiyên civakî, aborî û siyasî di navbera kurdên Cizîrê ( parêzgeha Hesekê) û kurdên Kobanî de hatin birrîn. Ew pêywendiyên ku ji mêjve, bi rêya deştên Wêranşar û Serêkaniyê, herwiha bi rêya ku Helebê bi Mûsilê ve girêdide, bi hezarên salan hebûn, û berî parçekirina Kurdistanê herdem berdewam dibûn, mixabin bi darê zorê ew deşt û zevî ji hev hatin birrîn.
Piştre parçekirin û têkbirina herêmên kurdî li bakur û rojavayê Sûriyê bû armanc û mijarek ji siyaset û pilanên dewlet û partiya desthilatdar li Şamê. Êdî ji bo sepandina parçekirina herêmên Cizîre, hikûmeta Sûrî zeviyên axa û zevîdarên kurd, li rojavayê Serêkaniyê, bi taybetî zeviyên malbata Îbrahîm Paşayê Milî, di bin diruşma “Çaksaziya Çandiniyê” blindest kir, û êlên erebên koçer li wan zeviyan, li Silûk û navçeya Telebyed ê(Girê Spî) bi hêsanî nişte cêkirin.
Di çarçoveyeke din de, hemû herêmên kurdî li bakur û rojavayî Sûriyê, ji ber siyaseta hikûmetên Erebî, ku ew piştguh û dorpêç dikirin, vedikişiyan û parçe dibûn. Di nav wan de Kobanî jî hebû, lê digel wan siyasetan serkeftineke aborî pêk anî.
Herêma Kobanî taybetmendî û reseniya xwe parast. Herwiha hevahengî û hevgirtina civakî di navbera êlan de jî parast. xelkên navçeyê berê xwe dane karê serbest, bi taybetî çandiniyê. Êdî Kobanî karîbû geşepêdana xwe ya civakî biparêze û bi awayekî serbixwe û xwecihî bijî. Ji ber ku ew ji navçeyeke gundewar pêk tê, ku rûbera wê nêzîkî 2730 km çargoşe ye. Du navçeyên wê yên bi navên Şiyûx û Sirrînê hene, gundên wê jî derdorî 400 in, herwiha hejmara nişteciyên wê li gorî dawîtirîn amara fermî digihin 363 hezaran.
Ji nîvê sedsala bîstem ve çandinî li wê deverê geş bû, bi taybetî çandiniya avî ya pembo û daneyan. Piştre Kobanî gaveke baş avêt di warê çandina darên fisteqên Helebî, Guwîz, Bihîv û Zeytûnan de. Çandina wan daran li gellek gundan bi ser ket.
Bi heman awayî jî, xelkên wê serketin bi dest xist, dema ku wan şarezahiyeke pîşeyî ya bilind wergirt, bi durustkirina alavên çandiniyê de navdar bûn, bi taybetî hostahiya alavên kolana bîrên kûr û pompeyên avê. Li Kobanî çend amêrên din hatin naskirin, ta ku xelkên wê li kişwerên Asya û Afrîqayê belav bûne, bi heman alavên ku li Kobanî durust kirine, bîrên ava vexwarinê dikolin, avê ji kûrahiya bêhtir ji 500 metreyî derxînin .
Piştre gulvedaneke avahî û pîşesaziyê li Kobanî peyda bû. Êdî bajar fireh bû. kargehên alavên çandinî û berhemên şîr li wê derê hatin damezrandin. Du kargehên Çîmentoyê lê hene. Yek ji wan bi hevbeşiya Tirkîiye (Gureş), ya din jî kompaniyeke mezin bi navê Lafarj bi beşdariya Fransiyan e, li gundê Çelebî hatiye avakirin ku sermiyana wê bêhtir ji 380 milyon dolar e, berhema wê ya salane nêzîkî 3milyon ton e.
Piştî Serhildana Sûrî, bi hezarên malbatan, bi taybetî erebên ku navçeyên wan ketin ber wêrangerî û bombebaranê, berê xwe dan Kobanî û gundên derdora wê, ji bo ku ew der cihekî ji sivîlan re aram bû. Diyar e ji ber vê sedemê, herwiha ji ber xêr û bêrên Kobanî yên aborî, li gel nêzîkbûna wê ji dergehê sînoriyê Tirkiye, Kobanî ji DAIŞê re bû armanc. Êdî biryara êrişê hat dayîn. Gellek ziyanên mirovî çêbûn, ew ziyan ji du hezar kesan pirtir in, ziyanên aborî gellek mezin in, nêzîkî 3.7 milyar dolar tê texmînkirin, û dibe ku heta havîna sala 2015 ta 5 milyar dolaran bilind bibe.
Tevî wêraniya mezin li gundên Kobanî û têkbirina avahiyên navenda bajêr, lê ji aliyê moralî û siyasî ve, Kobanî gellek serkeftin bidest xist. Êdî hemû hêzên aştîxwaz û dezgehên Dijîterorê berevaniyê di ber Kobanî de dikin.
Kobanî, çîroka geşbûn û pêşkevtina herêmeke Kurdî ya jibîrkirî, li orta bakurê Sûriyê de destnîşankir. Ew navçe guncaw bû, pêşkeftin û yekbûnê ligel herêmên Cizîrê li rojhilatê xwe bike, da ku bingeha herêmeke fireh û geşbûyî, li derveyî desthilata Dimeşqê pêk bîne.
Di beşa dawiyê ya çîroka serketina Kobanî de, Kobanî bû sembola lehengî û hevgirtina hêzên Kurdî û yên demokratîxwaz, heta radeyekê wê berxwedana berdewam hêviyeke xurt çêkir, da ku pêwendiyên Erebî-Kurdî baştir bibin, û bingeheke siyasî ya guncaw ji bo yekîtiya hêzên opozîsyona Sûrî çêbibe. heger di vî warê de Kobanî serkeftin pêk anî, wê ji nû ve berdewamiya semboliya çîroka serketina xwe, di salên aştiyê de, herwiha di serdemên şer de jî, bisepîne û diyar bike. Lê tişta ku di asoyê de tê dîtin ew e ku ev çîrok bi awayekî siyasî û partîtî tê nivîsandin û nîşandan.



