Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Teîreyê yê li başûrê Libnanê, di encama êrişeke Îsraîlê de 13 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Di nav kuştiyan de penaberên Sûriyeyî jî hene.
Elî Nejdiyê ku xizmê kuştiyan e li ser rûdanê axivî û got:
"Ew ji 3 malbatan bûn, malbatên Mihemed û Ebbas Nejdî û malbateke Sûriyeyî ku ji jin û mêrekî pêk dihat.
Em bi vê êrişê şok bûn. Doh termên 13 şehîdan hatin veguhastin ku di nav wan de jin, zarok û mêr hebûn. Her wiha 2 birîndar jî hebûn."
Zêdetirî milyonek Sûriyeyî li Libnanê ne
Li gorî texmînên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) niha derdora milyonek Sûriyeyî li Libnanê dijîn.
Li gorî berpirsên Sûriyeyê, ji destpêka şerê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de, nêzîkî 180 hezar penaberên Sûriyeyî ji Libnanê vegeriyane welatê xwe.
"Dilê min parçe dibe"
Tevî peymana agirbestê ya 16ê Nîsanê ya di navbera Tel Evîv û Beyrûtê de jî artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî jêrxana Hemasê yên li başûrê Libnanê didomîne.
Nişteciha herêmê Naama Moussa Surourê li ser zarokên ku hatine kuştin hestên xwe anîn zimên:
"Xwedê alîkariya wan bike. Ji ber van zarokan dilê min parçe dibe. Hinek ji wan di navbera 2 û 3 saliyê de bûn.
Ew li vir dilîstin û min her tim şîranî dida wan. Ez ji bo zarokan gelekî xemgîn im.
Mirina zarokan ji ya mezinan gelekî girantir e. Min ji bo wan zarokan rondik rijandin."
Li aliyê din, berpirsên Îsraîlî pêşniyar dikin ku li başûrê Libnanê herêmeke ewlehiyê ava bikin.
Lêbelê Libnan her cure hebûna mayînde ya Îsraîlê ya li ser axa xwe red dike.
