Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku li başûrê Tengava Hurmizê 2 tankerên petrolê xwestiye di rêyeke "bêdestûr" re derbas bibin lê li mayînên deryayê ketine û agir bi wan ketiye.
Li gorî agahiyan yek ji wan tankeran bin av bûye.
Di daxuyaniya fermî ya Artêşa Pasdaran a Îranê de hat diyarkirin ku di saetên dawî de li başûrê Tengava Hurmizê 2 tankeran “rêya qedexekirî” bi kar aniye.
Di encama teqîna mayînan de teqînên gelekî mezin rû dane û agir bi her du tankeran jî ketiye.
Li gorî daxuyaniyê, yek ji wan tankerên mezin ku zêdetirî 2 milyon bermîl petrola xav hildigirt, li başûrê Kendava Besrayê şewitiye û bin av bûye.
"Bi piştgiriya Amerîkayê pergalên xwe girtine"
Îranê îdia kir ku wan tankeran bi piştgiriya artêşa Amerîkayê pergalên xwe yên rênîşandanê girtine.
Li gorî îdiaya Îranê, wan tankeran xwestiye bi dizî di tengavê re derbas bibin.
Piştî ku Amerîkayê 8ê Tîrmehê êrişên xwe domandin, Îranê jî 12ê Tîrmehê Tengava Hurmizê careke din girtibû.
Tehranê wê demê hişyarî dabû ku ew dê hemû keştiyên ku li derveyî rêya destûrdayî derbas dibin bike armanc.

.webp&w=3840&q=75)
