Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo girtiya nexweş a giran Evîn Zapsuya ku nexweşa penceşêrê ya qonaxa 4an e, biryara berdanê hat dayîn.
Evîn Zapsu li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Bunyana Qeyseriyê dihate ragirtin.
Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekînê biryara berdana Zapsuyê ragihand.
Pinar Sakik Tekînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:
“Nûçeyeke berdanê ji bo me hemûyan bû hêvî.
Azadiya Evîn Zapsuyê cihê kêfxweşiyê ye lê heta ku azadiya girtiyên nexweş ên li girtîgehan têdikoşin neyê dabînkirin, em dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernadin.
Bila ti girtiyên nexweş li girtîgehê ji mirinê re neyê hiştin!”
Evîn Zapsu piştî berdanê li ber deriyê girtîgehê ji aliyê xizm û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
16ê Çiriya Paşîn teşxîsa penceşêrê ya qonaxa 4an li Evîn Zapsuyê hatibû danîn.
Nexweşxaneya ku ew lê dihat dermankirin 20ê Çiriya Paşîn ji bo Zapsuyê rapora “Li girtîgehê nikare bimîne” dabû.



