کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA

Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: AA

TIRKIYE

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

25-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran25-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Girtiya nexweş a penceşêrê Evîn Zapsu hat berdan
TIRKIYE25-11-2026

Girtiya nexweş a penceşêrê Evîn Zapsu hat berdan

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe
TIRKIYE25-11-2026

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya
TIRKIYE25-11-2026

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku derfeteke dîrokî li ber Tirkiyeyê vebûye û Desteya Çavdêriyê ya Parlamentoyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Miletê ya li Beştepeya Enqereyê beşdarî bernameya "Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan" bû.

Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe de beşeke girîng ji bo pêvajoya çareseriyê veqetand.

Erdogan diyar kir ku wan di pêvajoya çareseriyê ya ku beriya niha bi 2 salan dest pê kiriye de qonaxên girîng derbas kirin û got:

"Wekî Hevpeymaniya Cumhur, me di projeya xwe ya Tirkiyeya Bêteror a ku me beriya 2 salan da destpêkirin de rêyên girîng derbas kirin.

Herî dawî hefteya borî li herêma Xakurkê ku rêxistin bi salan e lê bi cih bûbû 14 şikeftên din hatin valakirin."

Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku Desteya Çavdêriyê dê li Parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin û pê de çû:

"Desteya me ya Çavdêriyê ya ku dê li Parlamentoyê bê avakirin, Înşallah di demeke nêzîk de dê dest bi xebatên xwe bike.

Yekîneyên me yên ewlehî û îstixbaratê erkên xwe yên destnîşankirin, şopandin û piştrastkirinê bi hestyariyeke mezin bi cih tînin."

Erdogan tekez kir ku ew hemû gavan di çarçoveya hiqûqê de û bi biryardarî davêjin û got:

"Em naxwazin qadeke herî biçûk a vekirî jî ji bo îstismar û provokasyonê bihêlin.

Dayîkek çawa li ser zarokê xwe dilerize, em jî bi heman hestyariyê li ser vê pêvajoyê dilerizin."

Rexne li partiyên mixalefetê

Serokkomarê Tirkiyeyê partiyên mixalefetê tohmetbar kir ku hewl didin çareseriyê bi paş bixin û anî ziman:

"Hûn jî dibînin ka çawa astengiyan derdixin û xwe didin alî.

Mixabin li vir pêvajoya Tirkiyeya Bêteror ji xwe re dikin perde lê em di vê mijarê de ji roja yekem ve her tim bi prensîb û bi biryar geriyan.

Me girîngî da wê yekê ku em pêvajoya Tirkiyeya Bêteror li derveyî qezencên siyaseta rojane bihêlin."

Recep Tayyîp Erdogan anî zimên ku divê saziya siyasetê bibe parçeyek ji çareseriyê û got:

"Mafê kesî nîne ku şerê desthilatdariya navxweyî ya partiyê li ser vê pêvajoyê bar bike û bixe pêşiya pêvajoyê.

Li pêşiya Tirkiyeyê di warê çareserkirina vê pirsgirêkê de derfeteke dîrokî vebûye.

Wekî Hevpeymaniya Cumhur em destûrê nadin ku ev derfet bibe qurbana hêrsên kesane."

Erdogan di dawiya axaftina xwe de bangî hemû jinan kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin û got ku dema ev pêvajo bi ser bikeve, dê Tirkiye bi hemû welatiyên xwe ve qezenc bike û armanca wan xurtkirina aramî, biratî, ewlehî û bipêşketinê ye.

Nûçeyên Têkildar

Girtiya nexweş a penceşêrê Evîn Zapsu hat berdan
TIRKIYE25-11-2026

Girtiya nexweş a penceşêrê Evîn Zapsu hat berdan

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe
TIRKIYE25-11-2026

Banga berdana girtiyên nexweş: Rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya
TIRKIYE25-11-2026

Şandeya DEM Partiyê li ser pêvajoyê bi Akin Gurlek re civiya

Pirsên