Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faik Ozgur Erol bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek re civiyan.
Di hevdîtinê de aliyên hiqûqî yên pêvajoyê, rewşa girtiyên nexweş û pirsgirêkên înfazê yên li girtîgehan hatin gotûbêjkirin.
Buroya Ragihandinê ya DEM Partiyê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şandeyê îro bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtinek pêk aniye.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de aliyên hiqûqî yên pêvajoya heyî hatin nirxandin.
Her wiha di serî de rewşa girtiyên nexweş û pirsgirêkên înfazê, kêşeyên ku li girtîgehan rû didin jî ketin rojevê.
Hevdîtina berê ya bi Ocalan re
Şandeya Îmraliyê di rojên borî de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re jî civiyabû.
Şandeyê piştî wê hevdîtinê daxuyaniyek belav kiribû.
Her wiha di raya giştî de belav bûbû ku 3 jin jî li "sekreteryaya" Ocalan hatine zêdekirin.



