Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku li rojhilatê Tengava Hurmizê 2 tankerên petrolê yên ku rêyeke bêdestûr bi kar dianîn li mayînên deryayî ketine û agir bi wan ketiye.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê de hat diyarkirin ku di demjimêrên sibehê de li Tengava Hurmizê 2 tankerên petrolê li mayînên deryayî qelibîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du tanker di rêyeke ku ji aliyê Îranê ve wekî "sexte û bêdestûr" tê qebûlkirin re derbas dibûn û piştî ku li mayînên deryayî ketine teqîn çêbûye û agir bi wan ketiye.
Artêşa Pasdaran a Îranê hişyarî da karker û xebatkarên wan keştiyan ku sîstemên wan ên şopandinê girtî ne û bangî wan kir ku baweriya xwe bi "derewên" Amerîkayê neynin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku rê nedin keştiyên wan ber bi wan herêman ve biçin ku mayînên deryayî lê hene.



