Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ragihand ku wan doh 22yê Çiriya Paşîn a 2026an li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.
Şandeyê îro 23yê Çiriya Paşîn li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ocalan derbasî avahiya nû ya girtîgehê bûye û ji bo ku ew karibe xebata xwe ya 2 salan bi raya giştî re parve bike divê derfetên ragihandinê bên avakirin.
Şandeyê her wiha xwest ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de komîteyên di çarçoveya yasaya çarçoveyî de bikevin meriyetê û zemîneke hiqûqî bê avakirin.
"Pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke demokrasiyê ye"
Li gorî daxuyaniyê, Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku ew di bendeke wisa de ne ku dê di dîroka Komarê de bibe xaleke werçerxê.
Ocalan di nirxandina xwe de gotiye, "Ez Pirsgirêka Kurdan wekî pirsgirêkeke demokrasiyê dinirxînim."
Hişyariya li ser provokasyonan
Ocalan diyar kiriye ku mirinên li girtîgehan û şewitandina înfazan provokasyonên li hemberî pêvajoyê ne û tekez kiriye ku avakirina civaka demokratîk ji bo hemû gelên Tirkiyeyê temînata paşerojeke azad e.
Wî di dawiya peyama xwe de amaje bi misogerkirina Kurdan wekî hêmaneke damezirîner a bingehîn bi rêya yasayî kiriye û gotiye ku ew Komara Demokratîk armanc dikin.
Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:
Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Me wekî Şandeya Îmraliyê 22yê Çiriya Paşîn a 2026an li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Wekî ku di meha borî de jî di raya giştî de hatibû belavkirin, me dît ku Birêz Ocalan derbasî avahiya nû ya ku di nava girtîgehê de hatiye çêkirin bûye. Eşkere ye ku ev geşedan ji bo şert û mercên xebat û jiyanê geşedaneke erênî ye. Tiştê ku niha divê bê kirin ew e ku derfetên ragihandinê bên avakirin da ku Birêz Ocalan karibe xebata xwe ya mezin a 2 salan a li ser yekîtiya dîrokî û aştiya Tirk û Kurdan bi awayekî giştî û rasterast ji çapemenî û raya giştî re ragihîne. Di qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêwîst e komîteyên di çarçoveya yasaya çarçoveyî de bikevin meriyetê û zemîneke hiqûqî bê avakirin. Birêz Ocalan jî di vê qonaxê de wekî Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê bibiryar e ku xebatên xwe kûrtir bike û bidomîne.
Nirxandinên Birêz Ocalan ên di çarçoveya hevdîtinê de bi kurtasî wiha ne:
“Em di bendeke wisa de ne ku aliyê wê yê pratîk xurt e û dê di dîroka Komarê de bibe xaleke werçerxê. Derbaskirina vê bendê û derbasbûna serdemeke nû, hem xebat û hûrbûneke piralî hem jî haybûna ji metirsiyan ferz dike.
Divê siyaset li Tirkiyeyê di hevkêşeya zext, provokasyon û bertekê de asê nemîne. Dema ku ev hevkêşe qada siyasî li Tirkiyeyê asteng dike, îhtîmaleke cidî heye ku zemînek ji bo tevgera dînamîkên derveyî demokrasiyê çêbibe, wekî ku di tevahiya dîroka Komarê de bûye. Armanca sereke ya van avahiyan her tim hêzên aştî û demokrasiyê, di serî de jî Kurd bûne û bi vê armancê qada civakî û siyasî wêran dikin. Ji ber ku ev pêvajoya ku em bi baldarî û hesasiyeteke mezin dimeşînin ji bo welat û herêmê xwedî potansiyeleke xurt a veguherînê ye, dê her tim hewldanên hin navendan hebin ku planên têkder bixin dewrê. Tedbîra herî bibandor li dijî van, xurtkirina pêvajoyê bi rêya hiqûqa demokratîk û siyaseta azad e.
Ez Pirsgirêka Kurdan wekî pirsgirêkeke demokrasiyê dinirxînim. Hewldaneke dîrokî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkeke wiha di berjewendiya her komeke siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê de ye lê li dijî zihniyetên nijadperest û çalakiyên derbekar e. Siyaseta demokratîk bi bûyer û têkiliyên rojane nayê meşandin. Pêdivî bi bernameyeke prensîban a hevgirtî heye û li ser bingeha prensîban nêzîkî hev dibe. Divê qada siyasetê şiyana xwe ya hilberandina demokrasiyê nîşan bide.
Edalet, hiqûq û demokrasî ne tenê daxwaza Kurdan, daxwaza tevahiya gelê Tirkiyeyê ye. Kurd alîgirên aştî û biratiyê ne û heta dawiyê xwedî li Komarê derdikevin. Tevlîbûna Kurdan a di nava Komarê de dikare li ser zemîneke demokratîk a biewle pêk were. Komareke wiha dikare bi naskirina hemû nasnameyan hebûna xwe bi dest bixe. Komarparêzên tengkirî yên ku ji vê aciz dibin, bi mentiqê ‘bila biçûk be, ya min be’ tevdigerin. Lê Komara Demokratîk Tirkiyeyê mezin dike û dike model.
Li hemberî van armancên mezin, ti aliyekî îzahkirin û qebûlkirinê yê hin rewşên ku îro diqewimin tune. Bi taybetî mirinên li girtîgehan, şewitandina înfazan û pêşxistina kiryarên cuda li girtîgehên cuda, provokasyonekê li hemberî pêvajoyê dihewînin.
Avakirina civaka demokratîk, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gel û baweriyên ku li Tirkiyeyê dijîn temînata paşerojeke azad û wekhev e. Wekî her mijarê, nêzîkatiya me ya ji bo mijara baweriyan jî li ser vê bingehê ye. Em civakbûneke wisa esas digirin ku karibe çanda xwe bi azadî bijî, mafên xwe bi ewlehî bi kar bîne û van bigihîne prensîb û sazîbûnên demokratîk.
Bi taybetî bi misogerkirina Kurdan wekî hêmaneke damezirîner a bingehîn bi rêya yasayî, em li gel hemû demokratên ku bawer dikin Tirkiye dikare li Rojhilata Navîn bibe roleke model û vê yekê esas digirin, Komara Demokratîk armanc dikin.”
Bi rêzdarî.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê
23yê Çiriya Paşîn a 2026an”



