Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Serokkomariyê ya Tirkiyeyê îro li Koşka Beştepeyê bi serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Mijara sereke ya civînê "pêvajoya çareseriyê", raporên li ser çekdanîna PKKyê ne.
Meaşên 17 milyon malnişînan
Her wiha yek ji mijarên girîng ên civînê zêdekirina meaşên 17 milyon malnişînan e.
Erdogan beriya niha dabû zanîn ku ew ji bo başkirina rewşa xanenişînan dixebitin.
Di plana nû de temen û hejmara rojên beşdariya bîmeyê wekî pîvan tên girtin.
Ewlehiya Tengava Hurmizê û herêmê
Di civînê de mijarên siyaseta navneteweyî û ewlehiya herêmê jî dê bên gotûbêjkirin.
Tê pêşbînîkirin ku aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, ewlehiya Tengava Hurmizê û pêşhatên li Nîvgirava Erebî mijarên sereke yên li ser maseya Erdogan bin.
Ev 22yemîn civîna kabîneya serokatiyê ya îsal e ku piştî guhertina pergala hikûmetê ya sala 2018an zêdetir bi serokatiya rasterast a Erdogan bi rê ve diçe.



