Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Aydinê ya Tirkiyeyê otomobîlekê li muzîkjena ciwan Evîn Şîrîpê da û di encamê de ew ciwana 17 salî li nexweşxaneyê mir.
Li navçeya Încîrlîovayê ya Aydinê, otomobîlê li muzîkjena ciwan a Kurd Evîn Şîrîpê da ku hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe. Şofêra otomobîlê hat girtin û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe
Li gorî agahiyan, bûyer doh li dora saet 22:00an li navçeya Încîrlîovayê ya Aydinê qewimî. Otomobîla bi plakaya 09 DK 875 a ku Gulserî Ç.ya 22 salî diajot, li Evîn Şîrîpê da ku hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe.
Piştî lêdanê Şîrîp li erdê ket û bi giranî birîndar bû. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tevî hemû hewldanan rizgar nebû
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya pêşî Evîn Şîrîp bi ambûlansê veguhast Nexweşxaneya Bajêr a Aydinê.
Şîrîpa ku li wir dihat dermankirin, îro mir.
Hat zanîn ku Evîn Şîrîp ji gundê Exsê yê navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê bû. Cenazeyê wê piştî nimêja nîvro li gundê Neşetiyeyê yê navçeya Germencîkê ya Aydinê hat veşartin.
Li gorî agahiyan, Evîn Şîrîp li navçeyê bi hevaleke xwe re rûniştibû û qehwe vexwaribû, qeza di dema vegera wê ya malê de çêbûye.
Şofêra otomobîlê Gulserî Ç. ji aliyê dadgehê ve hat desteserkirin û lêpirsîna li ser bûyerê didome.



