کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Heyeta Îmraliyê / Wêne: Arşîv

Heyeta Îmraliyê / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye
TIRKIYE20-11-2026

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir
TIRKIYE20-11-2026

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe
TIRKIYE19-11-2026

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e di rojên pêş me de Şandeya Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.

Li gorî agahiyên Rûdawê, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tên, dê di rojên pêş me de herin Îmraliyê.

Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê ji Rûdawê re ragihand, biryar hatiye dayîn ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re şandeya wan di demeke nêzîk de biçe Îmraliyê lê hîn roja serdanê diyar nebûye.

Serdana dawî ya şandeyê ya Girava Îmraliyê û hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re 13ê Îlonê pêk hatibû û heta îro 67 roj di ser wê serdanê re derbas bûne.

Ev amadehiya ji bo serdanê piştî wê yekê tê ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan 17ê Çiriya Paşîn di civîna koma partiya xwe de ragihandibû ku Ocalan ji bo cihê xwe yê nû hatiye veguhastin û şertên wî yên xebatê hatine guhertin.

Bakirhan anîbû zimên: "Ji bo ku karibe bi lez û berhemdar bixebite, sekreteriya wî jî hat bihêzkirin."

Banga Ocalan a ji bo gavên pratîkî

Di serdana dawî ya şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ya 13ê Îlonê de, Abdullah Ocalan bi rêya peyamekê xwestibû ku gavên pratîk bên avêtin û deste û komîsyonên taybet dest bi xebatên xwe bikin.

Piştî derbasbûna zêdetirî 2 mehan, hevdem li gel ragihandina veguhastina Ocalan a ji bo cihê nû yê li Îmraliyê û amadehiya Serokê Parlamentoyê ya ji bo çalakkirina Komîsyona Çavdêriyê, şandeya DEM Partiyê amadehiya hevdîtineke nû dike.

Pirsên