کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
TIRKIYE

RÎZE - Nevaf Bîlek: Ew der wekî Kurdistan derbas dibe

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye
TIRKIYE20-11-2026

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir
TIRKIYE20-11-2026

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê
TIRKIYE19-11-2026

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) – Nevaf Bîlek li Rîzeyê di civînekê de got, “Ew der wekî Kurdistan derbas dibe.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Nevaf Bîlek li bajarê Rîzeyê yê Tirkiyeyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Nevaf Bîlek li ser bikaranîna navê Kurdistanê û perwerdeya bi zimanê dayîkê daxuyaniyên balkêş dan.

Heyeteke CHPyê ya bi serokatiya Alîkarên Serokê Giştî Nevaf Bîlek û Adnan Demîrcî ji bo hevdîtinan çû Rîzeyê.

Şande li wir çû serdana saziyên civaka sivîl, esnaf û birêvebirên herêmê û li avahiya partiyê ya bajêr a CHPyê daxuyanî da çapemeniyê.

"Dema ez dibêjim Kurdistan dibe sûc!"

Rojnamegerekî ji Nevaf Bîlek pirsî, "Hûn dibêjin Diyarbekir parçeyekî dîrokî yê Kurdistanê ye, baş e Kurdistan kû der e?"

Bîlek li ser vê pirsê bal kişand ser dîroka Osmaniyan û qonaxa damezirandina Komara Tirkiyeyê û got:

"Vekin binêrin, Mustafa Kemal Ataturk dinivîse 'mebûsên Kurdistanê'. Ew der herêmek e.

Ma li vir Lazistan tune bû? Hebû. Ev jî serdema Osmaniyan e.

Yanî di serdema Osmaniyan de dema em dibêjin Lazistan nabe sûc lê dema ez dibêjim Kurdistan dibe sûc?

Gazî Mustafa Kemal diçe ji wan re dibêje 'mebûsên Kurdistanê'.

Ma Binalî Yildirim 10 caran negot? Kengî kesekî ji wê herêmê got, dibe sûc?

Li cîhanê, di lîteratura cîhanê de, di nexşeya siyasî û di nexşeya erdnîgarî de ew der wekî herêma Kurdistanê derbas dibe."


"Zimanê dayîkê zererê nade kesî"

Rojnamegeran ji Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê pirsî ka wateya perwerdeya bi zimanê dayîkê çi ye.

Nevaf Bîlek diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriyê dide vî mafî û axaftina xwe wiha domand:

"Ez kesek im ku parêzvaniya zimanê dayîkê dikim çimkî Gazî Mistefa Kemal Ataturk jî ew parastiye.

Zimanê dayîkê zererê nade kesî. Zimanê dayîkê vî welatî parçe nake.

Kes nikare parçe bike û demografî jî rê nade vê yekê.

Em welatekî dewlemend in û paşxaneyeke me ya dîrokî heye. Pêwîst nake em ji hev bitirsin.

Kolejên Fransî li vî welatî nînin? Çima kes li dijî wan dernakeve? Ma Fransa hat û ev der parçe kir?

Ez ji ber rêzgirtina li hemberî zimanê dayîkê yê mirovan parêzvaniya vî mafî dikim."


CHP li 5 bajaran bernameyan li dar dixe

Nevaf Bîlek diyar kir ku serdana Rîzeyê parçeyek ji bernameyeke xebatê ya li 5 bajaran e û partiya wan li ser aştiya civakî û yasayên çarçoveyê dixebite.

Alîkarê din ê Serokê Giştî yê CHPyê Adnan Demîrcî jî bal kişand ser krîza aboriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Demîrcî da zanîn ku aborî bi rêjeya ji sedî 65 di nav pirsgirêkên sereke de di rêza yekem de ye û CHP dê li qadan guh bide derdê xelkê.

Serokê CHPyê yê Rîzeyê Muhîttîn Bayrak jî anî zimên ku ciwan bi awayekî xurt beşdarî xebatên partiyê dibin.

Nûçeyên Têkildar

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye
TIRKIYE20-11-2026

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir
TIRKIYE20-11-2026

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê
TIRKIYE19-11-2026

Şandeya DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê

Pirsên