Hewlêr (Rûdaw) - Di lêkolîna hikûmeta Îraqê de derket holê ku li nêzîkî xetên boriyên petrolê yên li nahiyeya Curf Sexrê 2 parzûngeh hatine avakirin û rojane bi giştî 6 hezar bermîl petrol di wan de tê hilberandin.
Ji bo rapora komîteya parlamentoyê jî çav li rêya agahiyên ji Kerkûk, Nînowa û Herêma Kurdistanê ne.
Li hêla din hat diyarkirin ku du lîwayên Heşdî Şebiyê yên ku tê plankirin li herêmê bikevin şûna Ketaîbên Hizbulahê ku berê erkê parastina serdanvanên olî li ser milê wan bû.
Gavên ji bo wergirtina kontrola Curf Sexrê
Gavên hikûmeta Îraqê yên ji bo birêxistina nû ya kontrola ewlehiyê ya li Curf Sexrê berdewam dikin.
Tê armanckirin ku berpirsyariya ewlehiyê ya nahiyeyê ku nêzîkî 12 salan e di bin kontrola Ketaîbên Hizbulahê de ye ji bo hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezaretên Parastin û Karên Navxwe ve bê veguhestin.
Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên bi Çekan ên Îraqê 17ê Çiriya Paşîn biryara ji nû ve dabeşkirina berpirsyariya ewlehiyê ya Curf Sexrê da. Di wê biryarê de cih nedan Ketaîbên Hizbulahê.
Endamê Civata Giştî ya Tevgera Hîkmetê Ehmed Îsewî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo radestkirina Curf Sexrê ya ji bo hêzên din ên ewlehiyê hîn demeke diyarkirî nehatiye destnîşankirin.
Komîteya parlamentoyê li benda rapora Herêma Kurdistanê ye
Komîteyeke şopandinê ya ku li Parlamentoya Îraqê hatiye avakirin hefteyek e li ser dosyeya qaçaxçîtiya petrolê dixebite.
Tê çaverêkirin ku rapora komîteyê pêşkêşî Serokwezîr Elî Falih Zeydî were kirin. Tê pêşbînîkirin ku rapor dê hefteya bê bi dawî bibe.
Serokê Fraksiyona YNKyê ya li Parlamentoya Îraqê û endamê komîteyê Herêm Kemal Axa ji Rûdawê re got, "Hîn çend civînên me yên din hene. Rapora komîteyê dê bê guman hefteya bê were pêşkêşkirin."
Komîteya ku 11ê Çiriya Pêşîn hatibû avakirin guh da gelek rayedarên pilebilind ên pêwendîdarî dosyeya qaçaxçîtiya petrolê û ji bo lêkolînê serdana Kerkûkê kir.
Herêm Kemal Axa diyar kir ku ji bo amadekirina raporê ew li benda wan raporan in ku ji Kerkûk, Nînowa û Herêma Kurdistanê tên.
Beriya komîteya parlamentoyê, hikûmeta Îraqê jî ji bo lêkolînkirina angaştên qaçaxçîtiya petrolê ya li Curf Sexrê komîteyeke cuda ava kiribû.
Wê komîteyê 13ê Çiriya Pêşîn serdana nahiyeya Curf Sexrê ya ser bi parêzgeha Babilê kiribû.
Medyaya fermî ya Îraqê roja pêncşemê (19ê Çiriya Paşîn) hinek agahiyên ji rapora komîteya hikûmetê belav kirin.
Li gorî encamên lêkolînê, 3,5 heta 5 kîlometre nêzîkî xetên boriyên veguhastina petrolê 2 parzûngeh hebûn.
Tê pêşbînîkirin ku kapasîteya hilberîna rojane ya yek ji parzûngehan 4 hezar bermîl e û ya din jî 2 hezar bermîl e.
Heşdî Şebî 2 lîwayan dişîne
Di çarçoveya biryara Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ya 17ê Çiriya Paşîn de, tê pêşbînîkirin ku berpirsyariya ewlehiyê ya Curf Sexrê bidin Lîwayên 72yan û 79an ên Heşdî Şebiyê.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji du berpirsên Desteya Heşdî Şebiyê wergirtine, erkê wan her du lîwayan berê parastina ewlehiya ziyaretvanên merasîmên olî yên Şîeyan bû.
Ew her du lîwa dê li herêma ku li rojhilat ji riya Museyeb-Faziliye dest pê dike heta qada desthilata Fermandariya Operasyonên Leşkerî ya Kerbelayê ewlehiyê pêk bînin.
Lîwaya 79an a ku îsal ji qonaxa tabûrê derket asta lîwayê berê wekî Tabûra Başûrê Bexdayê dihat naskirin. Di nav erkên sereke yên vê yekîneyê de parastina başûrê Bexdayê û rêyên ber bi Kerbelayê ve hebûn.
Fermandarê Lîwaya 79an Tayif Muhyewî ji Rûdawê re got, "Ev hêz bi awayekî fermî ne girêdayî ti komeke bi çekan e lê nêzîkî Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz e."
Lîwaya 72yan a ku wekî Lîwaya Aşûrayê jî tê zanîn berê berpirsa parastina derdora parêzgeha Kerbelayê bû. Ev lîwaya ku têkiliya wê bi malbata Dawûd Aşûr a ji bajarê Besrayê re heye di bin çavdêriya Huseyniyeya li Kerbelayê de hatibû avakirin.
Her du berpirsên Desteya Heşdî Şebiyê ji Rûdawê re ragihandin ku her du lîwayên nû wekî hêzên "nerim" tên pênasekirin. Tê plankirin ku ev her du lîwa di ewlehiya Curf Sexrê de cihê Ketayîb Hîzbullahê bigirin.
290 kîlometreçargoşe zeviyên çandiniyê bê çandin mane
Bi rêkxistina nû ya ewlehiyê ya li Curf Sexrê re, tê çaverêkirin dosyeyeke din a girîng a ku ev 12 sal in nehatiye çareserkirin bikeve rojevê ku ew jî vegera rûniştvanên Ereb ên Sunî yên nahiyeyê ya li ser malên wan e.
Nûnerê koçberên Curf Sexrê Eyad Cenabî ji Rûdawê re got ku ji sala 2014an ve zêdetirî 140 hezar rûniştvanên herêmê koçber bûne û ji ber pirsgirêkên girêdayî hêzên bi çekan ên li nahiyeyê vegera wan pêk nehatiye.
Sala 2014an DAIŞê 5 mehan Curf Sexr xistibû bin kontrola xwe. Paşê hêzên Heşdî Şebiyê û Polîsê Federal ew herêm paşve stand. Piştî van rûdanan piraniya xelkê neçar man ku malên xwe biterikînin.
Li gorî agahiyên Eyad Cenabî, niha li Kampa Bzêbizê ya parêzgeha Enbarê nêzîkî 3 hezar malbat û li Kerkûkê jî nêzîkî hezar û 500 malbatên ji Curf Sexrê dijîn.
Di kabîneya berê ya hikûmeta Îraqê de ji bo misogerkirina vegera van malbatan komîteyek hatibû avakirin lê Cenabî diyar kir ku heta îro pirsa vegerê nehatiye çareserkirin.
Derbasbûna Çemê Feratê ya li nêzîkî Curf Sexrê herêmê dike qadeke girîng a çandiniyê lê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê zeviyên çandiniyê ev demeke dirêj e nayên çandin.
Nûnerê koçberan Cenabî destnîşan kir ku li nahiyeyê nêzîkî 290 kîlometreçargoşe erdê çandiniyê bê çandin maye û ev zevî ji bo armancên din tên bikaranîn.
Cenabî her wiha anî zimên ku dema peymanên kirêkirinê yên piraniya van zeviyan qediyaye lê ji ber ku xwediyên wan koçber in nikarin peymanên xwe nû bikin.



