Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di Kongreya 5emîn a Asayî ya Partiya xwe ya li Mêrsînê de bipêşketinên rojevê nirxandin.
Yapicioglu di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya bi destûreke nû, çareseriya Pirsgirêka Kurdan, lêpirsînên gendeliyê, aborî, binyada malbatê û pirsgirêkên Mêrsînê.
Kongreya ku li Qesra Kongre û Pêşangehan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê hat lidarxistin, bi xwendina Quranê dest pê kir.
Piştî nîşandana sînevîzyonê, desteya dîwanê hat avakirin û raporên darayî û yên xebatê hatin xwendin. Parlamenterê HUDA PARê yê Mêrsînê Faruk Dînç jî di kongreyê de axaftineke silavkirinê kir.
Banga ji bo destûreke nû
Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku destûra niha bersiva pêdiviyên Tirkiyeyê nade û got ku çêkirina destûreke nû û sivîl nabe ku zêdetir were taloqkirin.
Yapicioglu bi bîr xist ku Destûra 1982yan berhema darbeyê ye û anî zimên:
"Divê Tirkiye êdî ji Destûra 1982yan rizgar bibe ku berhema darbeyê ye. Em nikarin çêkirina destûreke nû û sivîl zêdetir bi paş bixin ku bi baweriya gelê me re li hev bike, maf û azadiyên bingehîn bi xurtî garantî bike, hemû beşên civakê hembêz bike û ti îdeolojiyê li ser kesî ferz neke."
Yapicioglu diyar kir ku ew armanc dikin Tirkiyeyeke dadperwertir û serbixwetir ava bikin û got ku divê ti kes ji ber koka xwe ya etnîkî, zimanê dayîkê an baweriya xwe neyê bidûrxistin.
“Divê Pirsgirêka Kurdan li ser bingeha edaletê bê çareserkirin”
Yapicioglu li ser Pirsgirêka Kurdan axivî û parast ku neçareserkirina pirsgirêkên navxwe li ser bingeha heq û edaletê, hem zererê dide yekîtiya civakî û hem jî deriyê midaxeleyên derve vedike.
Yapicioglu da zanîn ku partiyên di komîsyona parlamentoyê de nêrînên xwe tînin zimên û HUDA PARê jî bi raporekê û pêşniyazekanûnê beşdarî vê pêvajoyê bûye.
Yapicioglu destnîşan kir ku di rapora xwe de wan bi eşkereyî diyar kiriye ku nabe pirsgirêka tundiyê ya 40 salan û Pirsgirêka Kurdan a ku sedsalekê derbas kiriye bi hev re bên tevlihevkirin.
Yapicioglu bal kişand ku pêvajo hêdî be jî ber bi aliyê erênî ve dimeşe û wiha pê de çû:
"Hêviya me ew e ku bi temamî danîna çekan re, çareseriya Pirsgirêka Kurdan a di çarçoveya heq û edaletê de hêsantir bibe.
Daxwaza me ew e ku ev meseleya dîrokî di bingeha edalet û biratiyê de bigihîje çareseriyeke mayînde."
Yapicioglu behsa dîroka hevpar a ji Milazgirê heta Çanakkaleyê jî kir û got ku divê yekîtiya civakî li ser bingeha edaletê ji nû ve bê bihêzkirin.
“Partiya dizan nîne”
Yapicioglu li ser lêpirsînên pêwendîdarî sindoqan û gendeliyê jî rawestiya û got ku divê kesên gendeliyê dikin bêyî li nasnameya wan a siyasî were nihêrin derkevin pêşberî dadgehê.
Yapicioglu bi gotina "Partiya dizan nabe, dikare ji her partiyê derkeve" diyar kir:
"Kî dest dirêjî mafê welatiyan kiribe divê bêyî biderengxistinê radestî edaletê were kirin. Dirêjbûna vê pêvajoyê rê li ber gotegotan vedike û baweriya bi edaletê dihejîne."
Yapicioglu da zanîn ku îmkanên dewletê emanetê milet in û divê yasa ji bo her kesî wekhev bê sepandin.
Banga ji bo mûçeyê herî kêm û malnişînan
Yapicioglu behsa pirsgirêkên aboriyê jî kir û diyar kir ku divê asta dahata malnişînan bê bilindkirin û mûçeyê herî kêm li gorî mercên jiyana mirovî were diyarkirin.
Yapicioglu bi bîr xist ku wan ji bo wekhevkirina kêmtirîn mûçeyê malnişîniyê bi mûçeyê herî kêm ê net re pêşniyazeqanûn pêşkêşî parlamentoyê kiriye û xwest ku mûçeyê herî kêm di bin sînorê birçîbûnê de nemîne.
Her wiha bang kir ku esnaf, hunermend û hilberînerên xwemalî di bin barê giran ê bac û lêçûnan de neyên hiştin.
Rexneya li ser faîza di budceya 2027an de
Zekeriya Yapicioglu li ser budceya sala 2027an ku li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê tê nîqaşkirin jî axivî û çavkaniyên ku ji bo faîzê hatine veqetandin rexne kirin.
Yapicioglu destnîşan kir ku çavkaniya faîzê ku ji bo sala 2026an 2 trilyon û 742 milyar lîreyê Tirkî hatibû plankirin, di dawiya salê de tê çaverêkirin ku bigihîje 2 trilyon û 825 milyar lîreyê Tirkî lê di pêşniyaza budceya sala 2027an de ev hejmar derketiye 3 trilyon û 975 milyar lîreyê Tirkî.
Yapicioglu anî zimên ku beşeke girîng a bacên ku tên berhevkirin ji bo faîzê tê xerckirin û angaşt kir ku barê faîzê hilberînê têk dibe, bêkariyê û enflasyonê zêde dike û newekheviya dahatê kûrtir dike.


.jpg&w=3840&q=75)
