Hewlêr (Rûdaw) - Îranê ragihand ku di qonaxa duyem a bersivdana "destdirêjiyên artêşa Amerîkayê" de wan bi 6 dronan li radara sîstema parastina asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha helîkopteran a Rîfayê ya li Behreynê kiriye xistiye.
Li hemberî vê yekê jî desthilatdarên Behreynê zengila hişyariyê lêda û ji welatiyan xwest ku xwe bigihînin stargehan.
Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de got:
"Di qonaxa duyem a bersiva biryardar û têkşikên a ji bo destdirêjiya eşkere ya artêşa Amerîkayê de, radara baregeha parastina asmanî ya Amerîkayê ya li baregeha helîkopteran a Rîfayê ya li Behreynê, bi 6 dronên Hêza Asmanî-Fezayê ya Artêşa Pasdaran hat armanckirin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku dengê lêdana xurt û serkeftî ya dronan li deverên cuda yên Behreynê hatiye bihîstin û hat gotin:
"Amerîkayê ku di bernameya qaşo parastin û di rastiyê de qaçaxçîtiya petrolê ya li Tengava Hurmizê de rûbirûyî têkçûneke tam bûye, niha hewl dide bi gavên biçûk û korane, bala cîhanê ji rastiya girtîbûna vê rêya sereke ya girîng dûr bixe."
Artêşa Pasdaran: Tengava Hurmizê girtî ye
Artêşa Pasdaran a Îranê di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser berdewamiya girtina Tengava Hurmizê kir û hişyarî da:
"Efserên bijarte û ciwan ên Artêşa Pasdaran careke din bi dengekî bilind radigihînin ku Tengava Hurmizê girtî ye û dê her cûre destdirêjiya dijminê Amerîkî bi bersiveke gelekî tundtir û têkşikêntir bê bersivandin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku "dronên biha yên Amerîkayê yek li pey yek tên xistin û di vê qonaxê de li gorî qonaxa borî hejmareke zêdetir a dronên Artêşa Pasdaran ber bi armancên Amerîkayê hatine şandin da ku dijmin bizanibe li pey her destdirêjiyekê bersiveke tund û hesabkirî heye."
Li Behreynê zengila hişyariyê lêda
Beriya rûdana êrişan, li seranserî Behreynê zengila hişyariyê lêda û desthilatdarên wî welatî ji şêniyan xwest ku xwe li stargehan veşêrin.
Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê li ser tora civakî ya Xê, bêyî ku amaje bi çavkaniya gefan bike, ji welatiyan xwest:
"Aram bin, ber bi cihê herî nezîk ê ewle ve biçin û ji bo parastina ewlehiya giştî, bi rêya kanalên fermî çavdêriya nûçeyan bikin."
Behreyna ku mazûvaniya biryargeha Keştîgeha 5emîn a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ya li heremê dike, berê jî di dema şerê Rojhilata Navîn de baregehên wê yên leşkerî çendîn caran bi mûşekan û bi dronan hatibûn armanckirin.
.webp&w=3840&q=75)

