Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku tîmên endezyariya leşkerî heta niha 315 hezar mayîn û cebilxaneyên neteqiyayî yên ji ber şer mane eşkere kir.
Wezaretê her wiha hişyarî da ku ev teqemenî hîn jî metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê sivîl çêdikin û nahêlin jiyan asayî bibe.
Birêvebiriya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê da zanîn ku operasyonên kontrolkirin û paqijkirinê li navendên niştecihbûnê, zeviyên çandiniyê, rê û sazûmanên stratejîk berdewam in.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), ev xebatên paqijkirinê herêmên berfireh ên wekî Cizîra Rojavayê Kurdistanê, Şam û gundewarê wê, Heleb û gundewarê wê, Îdlib û gundewarê wê, li gel gundewarên Hums, Hema û Laziqiyeyê li xwe digirin.
Di mehekê de zêdetirî 700 operasyon
Ji aliyekî din ve, Wezareta Rewşên Bilez û Birêvebiriya Karesatan a Sûriyeyê amarên meha Çiriya Pêşîn belav kirin û da zanîn ku tîmên wan di meha borî de 759 operasyon pêk anîne.
Li gorî daxuyaniya heman wezaretê, operasyon bi vî awayî hatine dabeşkirin:
· 476 operasyonên kontrolkirin û paqijkirinê
· 168 pêvajoyên nirxandina civakî
· 115 pêvajoyên nirxandina metirsiya qadên mayînkirî
· Di 4 mehan de 130 kes mirine
Paşmayên şer li seranserê Sûriyeyê rojane jiyana sivîlan dixe bin metirsiyê.
Li gorî amarên Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA), tenê di navbera mehên Adar û Hezîranê de ji ber teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyeyê 130 kes mirine û 322 kes jî birîndar bûne.


