Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, hevdîtin di çarçoveya karên Lûtkeya Avhewayê de pêk hatiye û tê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan tekezî li ser bipêşxistina hevkarî û diyaloga di warên cuda de kiriye.
Her wiha domandina hevahengiyê ya ji bo bihêzkirina aştî, ewlehî û aramiya li herêmê bi pêwîstî hatiye dîtin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser çend mijarên din ên girîng û hevbeş jî dan û standina bîr û ramanan hat kirin.



.webp&w=3840&q=75)