Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Antalyayê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya û ragihand ku wî hevdîtineke berhemdar pêk aniye.
Her du aliyan her wiha tekez kir ku şer û pevçûn xizmeta berjewendiya ti aliyan nakin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê de li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê nivîsî:
"Vê sibehê li Antalyayê min bi birêz Serok Mesûd Pizîşkiyan re civîneke berhemdar pêk anî."
Pêwendiyên dualî û hevkariya hevbeş
Serokê Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê diyar kir:
"Me li ser rewşa pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Îranê de bîr û ra bi hev guhertin."
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, "Me tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û hewlên hevbeş ên ji bo rû bi rû bûna astengiyên li herêmê kir.
Me destnîşan kir ku diyalog, hevfêmkirin û hevkarî, rêyên herî baş ên ber bi aştî û aramiya berdewam ve ne."
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de têkiliyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Komara Îslamî ya Îranê re, xurtkirina wan û berfirehkirina derfetên hevkariyê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Rewşa herêmê û pêşhatên dawî mijareke din a civînê bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her du aliyan tekez kir ku şer û nakokî xizmeta berjewendiya ti aliyan nakin.
Diyalog, hevfêmkirin û rêyên dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan rêyên herî baş in."
Nêçîrvan Barzanî û Pizîşkiyan bal kişand ser girîngiya yekxistina hewlên welatên herêmê û xurtkirina hevkariyê "bi awayekî ku bibe sedema çespandina ewlehî û aramiyê, pêkanîna aştiyeke mayînde û xizmetkirina hemû gelên herêmê."
Her wiha çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş jî di hevdîtinê de hatin nirxandin.
Beşdariya Lûtkeya Avhewayê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 11ê Çiriya Paşîna 2026an, li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya li Antalyayê bûbû.
Barzanî li wir di çarçoveya lûtkeyê de bi çendîn serok û serkirdeyên cîhanê re hevdîtin kirin.

.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)