Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya lûtkeya COP31ê de li Antalyayê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê û berpirsên payebilind ên Tirkiyeyê re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina bi Şara re tekez kir ku divê mafên Kurdên li Sûriyeyê di destûra nû de bên misogerkirin û wî Şara vexwend Hewlêr û Bexdayê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 11ê Çiriya Paşîn a 2026an li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) bû ku li Antalyayê hat lidarxistin.
Barzanî di navberên rûniştinên konferansê de bi gelek rêberên welatan û berpirsên navneteweyî re hevdîtinên dualî pêk anîn.
Nêçîrvan Barzanî her wiha bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Alîkarê Serokkomarî Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re jî hevdîtinên kurt kirin.
Li gel Şara rewşa Kurdên li Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şara re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û bipêşxistina hevkariya hevbeş û hevahengiyê hatin nirxandin.
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya rêyên dîplomatîk ên aştiyane û diyalogê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê.
Yek ji mijarên sereke yên hevdîtinê rewşa Kurdên li Sûriyeyê bû.
Barzanî tekezî li ser girîngiya parastina mafên Kurdan û misogerkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de kir.
Barzanî her wiha bangî Şara kir ku di paşerojeke nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike.
Hevdîtina bi Guterres re
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re rewşa giştî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên li Rojhilata Navîn nirxandin.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekez kir ku parastina aştî û aramiya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane gelekî girîng e.
Hevkariya li dijî guherîna avhewayê bi YEyê re
Nêçîrvan Barzanî bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê re jî civiya.
Di hevdîtinê de pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, hevkariya hevbeş a di warên cuda de û bi taybetî têkoşîna li dijî guherîna avhewayê û mijarên jîngehê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê jî nirxand û bal kişand ser girîngiya parastina aramiyê.
Hevahengiya ewlehiyê ya bi Tirkiyeyê re
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Antalyayê de bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re jî civiya.
Di hevdîtinê de rewşa leşkerî û ewlehiyê ya li herêmê û bipêşxistina hevkariya di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin.
Barzanî her wiha bi Serokê Rêxistina Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re civiya.
Di civînê de pêwendiyên di navbera Tirkiye, Îraq û Herêma Kurdistanê de, xurtkirina hevahengiya hevbeş a di warê ewlehiyê de û girîngiya hevkariya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de hatin nirxandin.
Her du aliyan tekez kir ku ji bo rû bi rû bûn û têkoşîna li dijî pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê û parastina aramiyê, divê hevahengî bidome.


.jpg&w=3840&q=75)