Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Serokê Saziya Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re civiya.
Ev civîn di çarçoveya Lûtkeya 31emîn a Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de hat kirin.
Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, di civînê de çend mijarên girîng hatin gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku "di civînê de dînamîkên ewlehiya herêmê, têkoşîna li dijî terorê û hevkariya berfireh a di navbera her du aliyan de" hatin gotûbêjkirin.
Îbrahîm Kalin bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye girîngiyeke stratejîk dide aramî, bipêşketin û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê.
Wî her wiha destnîşan kir ku diyalog û hevahengiya nêzîk a di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de ji bo aramiya herêmê xwedî roleke krîtîk e.
Li gorî zanyariyan, her du aliyan di hevdîtinê de li ser berdewamkirina mekanîzmayên hevahengiyê hev ra bûn
Hat diyarkirin ku ew dê bi taybetî di dosyeyên ewlehiyê û yên herêmî de şêwir û hevahengiya xwe ya di hemû qadan de bi biryardarî bidomînin.

.jpg&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
