Hewlêr (Rûdaw) - Şeva 4ê Çiriya Paşîn a 2016an di dîroka siyasî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bû yek ji şevên herî tarî.
Di wê şevê de bi operasyonên hevdem ên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, Hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 12 parlamenterên partiyê hatin desteserkirin û piraniya wan hatin girtin.
Ev bûyera ku ji hêla aliyên Kurd ve wekî "Derbeya Siyasî ya 4ê Çiriya Paşîn" tê binavkirin, zemîna Doza Kobaniyê û qonaxeke nû ya siyaseta Tirkiyeyê ava kir.
Sedem çi bûn û pêvajoyê çawa dest pê kir?
Dema ku Çiriya Pêşîn a sala 2014an DAIŞê êrişî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir, Desteya Birêvebiriya Navendî ya HDPyê banga xwenîşandanan kir.
Di encama wan xwenîşandanan de alozî û pevçûn derketin û bi dehan kes mirin ku ev bûyer wekî "bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn" yan jî "bûyerên Kobaniyê" ketin dîrokê.
Hikûmeta Tirkiyeyê ev banga HDPyê wekî "hinceta serhildanê" bi nav kir û xist dosyeya lêpirsînan.
Hilbijartinên 7ê Hezîranê û têkçûna pêvajoyê
Piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an ku HDPyê benda ji sedî 10an a hilbijartinan derbas kir û AK Partiyê piraniya Parlamentoyê ji dest da, pêvajoya çareseriyê ya ku sala 2013an dest pê kiribû têk çû.
Pişt re di navbera PKKyê û Artêşa Tirkiyeyê de şerê xendekan dest pê kir.
Li gel têkçûna pêvajoya çareseriyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê bi dengên hevpar ên AK Partî, MHP û beşeke zêde ya CHPyê, bi rêya sererastkirineke destûrî parêzbendiya wan parlamenteran hat rakirin ku dosyeyên wan ên lêpirsînê li dadgehan hebûn.
Hevserokên HDPyê ragihandin ku ev biryareke siyasî ye û gotin:
"Em bi pêyên xwe naçin dadgehê û îfadeyê nadin. Eger hûn me dibin, divê hûn bi zorê bibin."
Li ser vê helwestê, biryara birina bi zorê ya ji bo wan hat derxistin.
Şeva 4ê Çiriya Paşîn a 2016an çi qewimî?
Di nîvê şeva 4ê Çiriya Paşîn a 2016an de li Enqere, Amed û çend parêzgehên din bi ser malên parlamenterên HDPyê de hat girtin.
Di pêla yekem de 12 parlamenter hatin desteserkirin:
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag, Alîkarê Serokê Koma HDPyê Îdrîs Baluken, Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan, Parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encû, Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak û Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan hatin desteserkirin û girtin.
Parlamenterên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr û Îmam Taşçier jî piştî desteserkirinê bi mercê kontrola dadî hatin berdan.
Di roj û mehên li pey de parlamenterên wekî Nîhat Akdogan, Çaglar Demîrel, Besîme Konca û Meral Daniş Beştaş jî hatin desteserkirin û girtin. Bi giştî derdora 15 parlamenterên HDPyê ketin girtîgehan.
Pêwendiya wê bi Doza Kobaniyê re çi ye?
Operasyona 4ê Çiriya Paşîn bû bingeha sereke ya Doza Kobaniyê.
Piştî ku Demîrtaş û hevalên wî hatin girtin, hemû lêpirsînên li ser daxuyaniyên wan ên sala 2014an bûn dosyeyeke mezin a darizandinê.
Sala 2021an li Dadgeha 22yemîn a Cezayên Giran a Enqereyê li dijî 108 birêvebir û endamên Desteya Birêvebiriya Navendî ya HDPyê doz hat vekirin.
Gulana 2024an biryara vê dozê hat dayîn. Cezayê 42 salan li Selahattîn Demîrtaş, 30 sal û 3 mehan li Fîgen Yuksekdagê û bi giştî zêdetirî 400 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarên Kurd hat birîn.
Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryarên xwe yên dîrokî yên li ser Demîrtaş û Yuksekdagê de destnîşan kir ku girtina wan neyasayî ye û li dijî xala 18emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, ango ji bo bêdengkirina mixalefetê û bi armancên siyasî hatiye kirin.
DMMEyê her wiha diyar kir ku mafê azadiya derbirînê û mafê hilbijartinê yên siyasetmedarên HDPyê hatine binpêkirin û xwest ku hemû biryarên girtinê bên betalkirin û ew demildest bên azadkirin lê dewleta Tirkiyeyê heta niha ev biryar pêk neanîne.
Di demekê de ku zêdetirî 2 sal in pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê kiriye, yek ji daxwazên sereke yên DEM Partiyê ew e ku di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bên berdan û careke din vegerin qada siyasetê.
.jpg&w=3840&q=75)


