Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî 30 salên girtîgehê 2 girtiyên Kurd hatin berdan.
Girtiya bi navê Gulazer Akin doh piştî 30 salên girtîgehê ji Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qeyseriyê hat berdan.
Gulazer Akin ji aliyê malbata xwe, birêvebirên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û hejmareke zêde ya welatiyan ve bi kulîlk û çepikan hat pêşwazîkirin.
Di dema pêşwazîkirinê de ji aliyê komeleyê ve daxuyaniyek hat dayîn û bertek nîşanî bernedana girtiyên nexweş û wan girtiyan hat dayîn ku berdana wan tê taloqkirin.
"Tiştek ji azadiyê xweştir nîne"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Gulazer Akinê anî zimên ku berdana hevala wê ya beriya wê bi biryara Desteya Birêvebirî û Çavdêriyê hatibû taloqkirin û ji ber vê yekê bawer nedikir ku ew bê berdan.
Gulazer Akinê di axaftina xwe de got:
"Heta hevalekî me yê tenê jî li hundir bimîne, ez dê xwe wekî serbest hest nekim. Em kemilîn û hatin. Pêvajoyeke nû dest pê kir.
Min li ber desteyê jî anî ziman. Pêvajoyeke nû dest pê kir û ez piştgiriyê didim vê yekê. Bê guman tiştek ji azadiyê xweştir nîne."
Akinê piştî axaftina xwe kevokên spî yên aştiyê firandin.
Alî Paksoy bi birîndarî hatibû girtin
Girtiyê din ê ku piştî 30 salan hat berdan Alî Paksoy e. Paksoy doh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa Hyê ya Dîlokê hat berdan.
Alî Paksoy 3yê Çiriya Paşîn a 1996an li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi birîndarî hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin.
Paksoy ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn, 30 salan di girtîgehê de ma.
Alî Paksoy jî ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bi tilîlî, çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin.

.jpg&w=3840&q=75)

