Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de ti qutbûn û rawestan nînin û li Parlamentoyê komîsyoneke nû tê avakirin.
Efkan Ala da zanîn ku di çarçoveya pêvajoyê de çar komîte hatine avakirin û di demeke nêzîk de dê li Parlamentoya Tirkiyeyê jî komîsyoneke nû were avakirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala ji kanala Haber Turkê re li ser rûdanên herî dawî yên pêvajoya çareseriyê axivî.
Efkan Ala bersiva rexneyên li ser derengketina pêngavên pêvajoyê da.
"Ti rawestan nîne"
Efkan Ala bal kişand ser domandina gavên pratîkî û got:
"Li qadê xebatên pratîkî bênavber didomin. Ti rawestan an astengiyek tune.
Em dixwazin û hewl didin ku mesele bi lez bigihîje encamekê. Nabe ev kar pir hêdî be û nabe bi lez û bez be jî lê divê bi lez be."
Ala diyar kir ku divê ev mijar nebe qada bazarên siyasî û wiha pê de çû:
"Pêşî em karê xwe bikin, piştre em biaxivin. Divê em vê mijarê nekin amûra rojane ya siyaseta vala. Ev meseleyeke gelekî cidî ye."
Dê komîsyoneke nû were avakirin
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê agahiyên nû li ser mekanîzmayên pêvajoyê dan û got:
"Di çarçoveya pêvajoyê de çar komîteyên jêrîn hatine avakirin û hinek ji wan niha dixebitin.
Her wiha di demeke kurt de dê li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyoneke nû were avakirin û tê çaverêkirin ku xebat zû dest pê bikin."
“Şikeftên PKKyê tên valakirin”
Efkan Ala bal kişand ser rûdanên dawî yên li Şingalê û valakirina şikeftên PKKyê û got:
"Xebatên li herêma Şingalê û li ser wan kesên derketine derveyî sînor didomin.
Li derveyî sînorên Tirkiyeyê hinek şikeft û dever qonax bi qonax tên valakirin.
Dema xebat gihîştin asteke diyarkirî, dê hemû bipêşketin bi raya giştî re bên parvekirin."
Ala amaje bi ziyanên şerê di navbera PKKyê û Artêşa Tirkiyeyê de jî kir û ev agahî dan:
"Di têkoşîna li dijî terorê de zêdetirî 2,5 trîlyon dolaran çavkanî hatine xerckirin.
Divê Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike û berê xwe bide derfetên nû da ku 87 milyon welatî di nava biratiyê de bijîn û bargiraniya li ser welêt rabe."


.jpg&w=3840&q=75)
