Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku li ser 24 kesên ku berg û qutiyên dermanên penceşêrê yên dembiserçûyî diguherandin û dîsa dixistin bazarê biryara desteserkirinê hatiye dayîn û ji wan 22 kes hatine girtin.
Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dê bi ti awayî çavê xwe ji wan kesan re negirin ku jiyana nexweşan dixin metirsiyê û hêviya wan a başbûnê ji bo qezenceke neheq bi kar tînin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku ew li dijî wan torên ku tenduristiya nexweşên penceşêrê paşguh dikin bibiryar têdikoşin û got:
"Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê li ser mijarê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de kar û xebatên wan kesên ku qutiyên dermanên dembiserçûyî diguherandin û li navxwe û derveyî welêt difirotin, hatin şopandin."
Pereyê giştî 650 milyon lîre ye
Akin Gurlek da zanîn ku di encama şopandina teknîk û lêkolînan de 24 gumanbar (ku 3 ji wan karmendên dewletê ne), 4 şirket û 5 cihên kar hatine tesbîtkirin û wiha pê de çû:
"Lêkolînên darayî jî nîşan da ku mezinahiya pereyên van kes û şirketan nêzîkî 650 milyon lîreyî ye û tevgera van pereyan bi karên wan ên fermî yên bazirganiyê re li hev nake."
Li 11 parêzgehan operasyon
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku li 11 parêzgehên ku navenda wan Stenbol bû, operasyoneke hevdem li dijî 24 gumanbaran û 5 cihên kar hat kirin û got:
"Di encamê de 22 kes hatin desteserkirin û xebatên ji bo dîtina 2 kesên din jî berdewam dikin. Her wiha dewletê dest danî ser mal, milk û hesabên bankeyê yên gumanbaran ku tê pêşbînîkirin bi vê tawanê hatine bidestxistin."
Gurlek di dawiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku ew dê ti carî rê nedin ti toreke tawanê ku gefê li tenduristiya xelkê bixwe û ji bo qezenceke neheq jiyana mirovan bixe xetereyê.



