Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Nottinghamê ya Brîtanyayê, tenê waneyeke fêrbûna lêdana kemançeyê şêwaza pêlên mejî diguherîne û bandoreke berbiçav li ser çalakiya mejî dike.
Serpereştyarê lêkolînê Dr. Matthew Brookes diyar kir ku encamên lêkolînê di warê fêrbûna livînê de têgihiştineke zêdetir pêşkêş dikin.
Brookes her wiha got, "Balkêş e ku hinek ji wan bandorên ku em dipîvin, ji wan bandoran in ku dibe nexweşiya jibîrkirinê (demans) bandorê li wan bike."
Skanereke nû hat bikaranîn
Zanyarên Zanîngeha Nottinghamê di vê lêkolînê de skanereke nû ya bi navê "OPM-MEG"ê bi kar anî.
Ew skaner kumikek dihewîne û rê dide ku dema kesek karên xwe yên asayî dike, sînyalên elektrîkê yên mejî werin pîvan û erkên mejî bên diyarkirin.
22 muzîkjenan beşdarî lêkolînê bûn. Dîmenên mejiyê wan berî waneya kemançeyê û piştî wê hatin tomarkirin.
Di encamê de derket holê ku ew kesên di pêlên mejiyê wan de berî û piştî waneyê guherînên herî zêde çêbûne, di şiyana lêdana kemançeyê de jî bipêşketina herî zêde bi dest xistiye.
Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), nexweşiya jibîrkirinê li seranserê cîhanê sedema heftemîn a sereke ya mirinê ye.
Pispor pêşbînî dikin ku ev bandora bipêşketinê ya fêrbûna amûrekê li ser mêjî dikare di paşerojê de ji bo têgihîştin û dermankirina nexweşiyên neurolojîk ên wekî jibîrkirinê were bikar anîn.



