Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mamakê ya Enqereyê zilamekî bi çekê keça xwe ya 19 salî û destgirtiyê wê yê 53 salî kuştin.
Li gorî agahiyên AAyê bûyer doh êvarî li taxa Bahçelîîçiyê ya navçeya Mamakê ya Enqereyê qewimiye.
Li gorî îdiayê, B.K. çûye mala E.Oyê 53 salî ku keça wî E.K.ya 19 salî pê re dijiya.
Di navbera B.K. û E.O. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derketiye.
Piştî ku nîqaş veguheriye pevçûnê, B.K. bi çekê gule li keça xwe E.K. û E.O. reşandine.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du kes li cihê bûyerê mirine.
Polîsan ji bo girtina gumanbarê bi navê B.K.yê ku piştî bûyerê reviyaye dest bi operasyonê kir.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.
Li aliyê din hat zanîn ku keça 19 salî ducanî bûye û hevalê wê E.O. jî zewicî û xwedî zarok bûye.
Her wiha hat ragihandin ku her du kes li heman cihî dixebitîne.



