Hewlêr (Rûdaw) - Mesut Yegen bû mêvanê Rûdawê û li ser pêvajoya çareseriyê, pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û Şingalê, rewşa DEM Partiyê û nêrîna civaka Kurdan nirxandin.
Sosyolog Prof. Dr. Mesut Yegen da zanîn ku pêvajo li gorî daxwazên Tirkiyeyê dimeşe û got:
"Niha pêvajo bi awayekî ku daxwazên Tirkiyeyê pêk bîne bi rê ve diçe.
Loma divê êdî dewleta Tirkiyeyê jî bi rastî bersivê bide."
Mesut Yegen di bultena ku Rawîn Stêrk pêşkêş kir de axivî û diyar kir ku entegrasyona li Rojavayê Kurdistanê û tevlîbûna YBŞyê ya nav artêşa Îraqê li gorî daxwazên Tirkiyeyê bi pêş ketine.
Yegen da zanîn ku piştî gavên aliyê Kurdan, divê dewleta Tirkiyeyê jî bersiveke berbiçav bide.
Mesut Yegen pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û Şingalê bi pêvajoya li Tirkiyeyê re nirxandin û bal kişand ser wê yekê ku Enqere ji zû ve dixwaze saziyên siyasî û leşkerî yên Kurdan tevlî wan dewletan bibin ku lê ne.
Yegen li ser tevlîbûna YBŞyê ya nav artêşa Îraqê got, "Yek ji daxwazên Tirkiyeyê pêk hat."
Yegen bi bîr anî ku Şingal demeke dirêj di navbera Qendîl û Sûriyeyê de wekî xaleke derbasbûnê bû û ev yek ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk bû.
Yegen diyar kir, "Niha pêvajo li gorî daxwazên Tirkiyeyê bi rê ve diçe. Ji aliyê leşkerî ve rewşa berê ji holê rabû. Loma êdî divê dewleta Tirkiyeyê bi rastî bersivê bide."
Pêvajo dereng maye
Prof. Dr. Mesut Yegen li ser rexneyên ku dibêjin pêvajo hêdî dimeşe û gavên berbiçav nayên avêtin jî axivî û da zanîn ku bipêşveçûna di van 2 salên dawî de bi astengiyan re berdewam dike û got:
"Pêvajo çawa çûbe wisa dimeşe. Yanî ne rehet lê bi gelek pirsgirêkan re bi pêş dikeve."
Yegen da zanîn ku pêvajo dereng maye û divê dewleta Tirkiyeyê êdî biryara xwe bide.
Yegen destnîşan kir ku divê tespît û pejirandina ku tê payîn ji aliyê Civata Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve bê kirin di demeke kurt de pêk were.
Yegen bi bîr anî ku yasaya heyî hemû endamên PKKyê li xwe nagire û divê rewşa kadroyên serkirde û parêzvanên wan were çareserkirin.
Yegen diyar kir ku divê Tirkiye razî bibe ku beşek ji endamên PKKyê bi çekên xwe li cihê xwe bimînin da ku qonaxên din ên pêvajoyê temam bibin.
Yegen her wiha got ku divê ji bo endamên PKKyê yên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê derdoreke ewle bê afirandin û wiha pê de çû:
"Dema vedigerin divê li Tirkiyeyê derfetek hebe ku karibin siyasetê bikin, neyên acizkirin û xwe ewle û piştrast hîs bikin."
Plana destpêkê ne li gorî pêdiviyan bû
Prof. Dr. Mesut Yegen bi bîr anî ku di destpêka pêvajoyê de dihat payîn ku hemû endamên PKKyê çekan deynin lê di vê qonaxê de derket holê ku plana destpêkê bersiva pêdiviyan nade.
Yegen diyar kir ku ne rast e meriv li bendê be ku kadroyên 40-50 sal in PKKyê bi rê ve dibin bê çek li Silêmaniyê yan li kampeke din kom bibin û da zanîn:
"Piştî ku PKKyê ev qas gav avêtin, bi ya min divê rêz li vê daxwaza PKKyiyan bê girtin çimkî maqûl xuya dike."
Yegen pêşniyar kir ku destûr bê dayîn kadroyên serkirde bi çekên xwe li serê çiyê bimînin û piştî çend salan yasa were berfirehkirin ku wan kesan jî li xwe bigire.
DEM Partî di navbera du aliyan de asê maye
Mesut Yegen li ser paşeroja DEM Partiyê jî axivî û da zanîn ku partî rûbirûyî zexta du beşên cuda bûye.
Li gorî Yegen, çarçoveya ku Abdullah Ocalan daniye holê di nav civaka Kurdan de pirsa "Piştî têkoşîna 50 salî me çi bi dest xist?" derdixe holê.
Yegen da zanîn ku vê rewşê bawerî û piştgiriya Kurdan a ji bo pêvajoyê lawaz kiriye û her wiha DEM Partiyê piştgiriya derdorên mixalefetê jî winda kiriye ku berê pê re dimeşiya.
Yegen anî zimên, "DEM Partî ji her du aliyan ve tê tengavkirin, loma zererê ji her du aliyan dibîne."
Yegen destnîşan kir ku DEM Partî dikare ji vê rewşê derkeve bi şertekî ku aliyê leşkerî yê pêvajoyê ji hevdîtinên dewlet û PKKyê re bihêle û giranî bide ser aliyê siyasî yê Pirsgirêka Kurdan.
Yegen wiha axivî:
"DEM Partiyê dikarî beşa leşkerî ya pêvajoyê bi temamî ji hevdîtinên dewlet û PKKyê re bihêle û xeteke din a siyasî bişopîne.
Dikarî siyasetekê bimeşîne ku aliyê Pirsgirêka Kurdan û mijarên demokratîkbûna giştî ya Tirkiyeyê derxîne pêş."
Yegen got ku siyaseteke bi vî rengî dikare hem bi raya giştî ya Kurd re li ser maf û hiqûqa Kurdan hem jî bi raya giştî ya Tirkiyeyê re li ser demokratîkbûnê pêwendiyan deyne û ji bo vê yekê hîn jî derfet hene.
Hestên Kurdan tevlihev in
Mesut Yegen hestên civaka Kurdan ên li ser pêvajoyê jî nirxandin û diyar kir ku di nav civakê de hem rehetbûn û hem jî dilşikestin heye.
Yegen da zanîn ku “nebûna pevçûnan, çareserkirina rewşa Sûriyeyê bêyî wêraniyeke mezin û danîna çekan a li Tirkiyeyê rehetiyek daye Kurdan” lê têkoşîna salên dûr û dirêj û windahiyên giran jî tên pirsîn.
Yegen wiha got:
"Têkoşîneke 50 salî heye, windahiyên gelekî mezin hene. Tevahiya Kurdistanê xera bûye.
Piştî van hemûyan hesta 'Gelo her tişt ji bo vê bû, tiştên me bi dest xistin tenê ev in?' derketiye holê, rexne û gazincek heye."
Yegen diyar kir ku derfeta Kurdan heye bi rêya siyaseta yasayî li pey mafên xwe herin û got:
"Kurd dikarin xwe bispêrin hêza xwe ya yasayî û hêza xwe ya dengan û li pey daxwazên xwe bikevin."
Berdana Demîrtaş dikare liv û tevgerekê bide partiyê
Prof. Dr. Mesut Yegen diyar kir ku di dema hilbijartinan de DEM Partî dikare dîsa bikeve nava liv û tevgerê û got ku berdana kesên wekî Selahattîn Demîrtaş û vegera siyasetmedarên bitecrube yên li Ewropayê dikare enerjiyeke nû bide partiyê.
Yegen anî zimên ku DEM Partiyê jî fêm kiriye ku di anîna ziman a daxwazên Kurdan de qels maye.
Yegen bal kişand ser kampanyaya zimanê dayîkê û serlêdanên ji bo wezaretan ên li ser perwerdeyê û got ku ev gav dikarin bibin nîşaneya guherînekê.
Li gorî Yegen, siyaseteke ku daxwazên Kurdan bihêztir bîne rojevê dikare pêwendiya partiyê û civaka Kurdan zindî bike.
Dibe ku ÎYÎ Partî û CHP bi dewletê re tevbigerin
Mesut Yegen li ser derketina pêş a partiyên wekî ÎYÎ Partî û Partiya Zaferê yên ku li dijî pêvajoyê ne jî axivî û got ku ev yek ne ji ber zêdebûna dijberiya pêvajoyê ya di nav civakê de ye.
Yegen da zanîn ku sedema sereke lawazbûna DEM Partiyê û aliyên din ên mixalefetê ye.
Yegen bal kişand ser dîroka siyaseta Tirkiyeyê û bi bîr anî ku dema dewlet hewce bibîne dikare partiyên cuda li ser heman xetê bîne ba hev û got:
"Eger dewleta Tirkiyeyê gelekî tengav bibe, dikare ÎYÎ Partiyê jî bigire cem xwe û li ser Pirsgirêka Kurdan kîjan siyasetê guncav bibîne wê siyasetê bimeşîne."
Yegen diyar kir ku ev nirxandin tenê ji bo ÎYÎ Partiyê derbas nabe û CHPyê jî dikare li gorî pêdiviyên dewletê li pişt desthilatê cih bigire.


