Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku pirsgirêka Kurdan û ya Elewiyan du pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ne.
Hatîmogullariyê da zanîn ku heta ev her du pirsgirêk neyên çareserkirin, aştî û demokrasiyeke rasteqîn pêk nayê.
Hatîmogullariyê her wiha destnîşan kir ku di van her du salên dawî de nebûna şer û nerijîna xwînê destkeftiya hevpar a hemû 86 milyon welatiyên Tirkiyeyê ye.
Hevdîtina li cemxaneyê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê serdana Cemxaneya Kazim Karabekîr kir û li gel nûner û rûspiyên Elewî civiya.
Hatîmogullariyê di hevdîtinê de guh da daxwaz û pirsgirêkên Elewiyan û li ser pêvajoya çareseriyê û rojeva siyasî nirxandinên girîng kirin.
"Nebûna şer destkeftiyeke mezin e"
Hatîmogullariyê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û bidawîbûna pevçûnên di navbera PKKyê û Artêşa Tirkiyeyê de û got:
"Ev du sal in pevçûn qediyane. Ev yek di vê heyamê de destkeftiya me ya herî mezin e. Ev wekî civak destkeftiya hevpar a Tirk, Kurd û hemû gelan e û destkeftiya 86 milyon welatiyên me yên Tirkiyeyê ye."
Tulay Hatîmogullariyê destnîşan kir ku divê hemû astengiyên li pêşiya demokrasiyê bi hev re bên dîtin û pê de çû:
"Pirsgirêka Kurdan rastiya vî welatî ye û yek ji astengiyên bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûnê ye, ev rastiyek e.
Bi heman awayî li vê axê pirsgirêka Elewiyan jî heye. Yek ji wan pirsgirêka Kurdan e, ya din jî pirsgirêka Elewiyan e. Heta ku ev her du pirsgirêk neyên çareserkirin, behskirina aştî û demokrasiyeke rasteqîn gelekî zehmet e.
Dema ku 86 milyon welatiyên me di nava edalet, aştî û azadiyê de bijîn wê demê aştî pêk tê, wateya aştiya rast ji bo me ev e."
Rexneya li Komîsyona Parlamentoyê
Hevseroka DEM Partiyê rexne li komîsyona ku li Parlamentoyê ji bo pêvajoya çareseriyê hatibû avakirin girt ku nûnerên Elewiyan paşguh kirine û wiha axivî:
"Wekî tê zanîn li Parlamentoyê komîsyon hat avakirin. Nûnerên beşên cuda yên siyasî, pêşengên civakî û saziyên sivîl hatin guhdarîkirin lê di hemû hevdîtinên me yên li gel canên Elewî de rexneya sereke ev bû:
'Çima nûnerên Elewiyan di komîsyonê de nehatin guhdarîkirin?'
Ev pirsek û daxwazeke gelekî di cih de ye û me jî ev yek gihand desthilatê. Bêyî guhdarîkirina bi milyonan welatiyên xwedî vê baweriyê ev kar bi rê ve naçe. Hûn nikarin bêyî Elewiyan aştiyê pêk bînin."



